Qubad Talebanî û Konsulê Fransayê pêşvebirina karê hevbeş gotûbêj dikin

Kurdistan 09:48 PM - 2026-09-21
Qubad Talebanî û Emmanuel Mignot Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Emmanuel Mignot

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot, kir û bi hev re li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêwendiyên di navbera her du aliyan de bîr û ra guherîn.  

Di civînê de ku roja Duşemê (21/9/2026) hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr bixêrhatina Konsulê nû yê Fransayê ji bo Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erka wî de xwest.

Di mijareke din a civînê de behsa pêwendiya dîrokî ya Kurdistanê û Fransayê hat kirin. Qubad Talebanî spasiya hikumet û gelê Fransayê kir ku bi taybetî ji sala 1991ê ve bi berdewamî piştevan û hevsûzê gelê Kurd û Herêma Kurdistanê bûne. Her du alî jî li ser wê yekê hev nêrîn bûn ku pêwîst e di vê qonaxê de asta pêwendiyan di warên cuda de bê xurtkirin û ji bo vê armancê jî tekez li ser karê hevbeş kirin ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan.

Di beşeke din a civînê de behsa yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmerge hat kirin, Konsulê Giştî yê Fransayê pîrozbahiya yekxistina hêza Pêşmerge li xelkê Kurdistanê kir û her du alî jî hevnêrîn bûn ku ev bûyer dikare bandorê li ser nêzîkbûna zêdetir a aliyan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêmê hebe.

Di heman çarçoveyê de Qubad Talebanî spasiya Fransayê kir ku di dirêjahiya salên borî de alîkar û hander bûye ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge.

Her weha di civînê de behsa serdana Cîgirê Serokwezîr bo welatê Fransayê û beşdariya di Festîvala Fîlim a Cannesê de hat kirin. Di vî warî de jî Qubad Talebanî amaje bi wê yekê kir ku li Cannesê bi rêya Komîsyona Fîlim a Kurdistanê mezintirîn fona fîlimê Kurdî ji bo pêşxistina zêdetir a sînemaya Kurdistanê û pêşvebirina zêdetir a şiyanên sînemakarên Kurd ragihandiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket