Serok Bafil: Mamoste û zanayên olî xwedî cihekî bilind in

Kurdistan 07:57 PM - 2026-09-21
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li wan dike û tekez dike û dibêje : "Mamoste û zanayên olî, xwedî cihekî bilind in li cem me û em bi çavê rêzê li rol û westandina we dinêrin di arastekirina civaka me ber bi qenciya giştî ve."

Naveroka pîrozbahiya Serok Bafil:

Rêzdaran li Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê

Bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina yekîtiya we ve, ji dil pîrozbahiyên germ li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji we re dixwazim.

Mamosta û zanayên olî, xwedî cihekî bilind in li cem me û em bi çavê rêzê li rola we û westandina we dinêrin di arastekirina civaka me ber bi qenciya giştî ve, belavkirina hişyariyê, pêşvebirina bîra nerm û xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane di navbera hemû netewe û pêkhateyên welatê me de.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) wekî her demê, dê alîkar û piştgirê Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê be ji bo bidestxistina maf û daxwazên mamostayên birêz ên olî û parastina bihayên pîroz ên ola Îslamê û çanda xweşik a Kurdistanê.

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket