Nirxê dolar li bazarên Herêm û Îraqê dîsa dadikeve

Aborî 11:08 AM - 2026-09-21
Dolar PUKMEDIA

Dolar

Aborî

Piştî ku nirxê 100 dolarî li hemberî dînarekî Îraqê gihîşt nêzîkî 160.000 dînaran, di vê demê de nirx dîsa daket û her 100 dolar bi 157.300 dînaran tê firotin û kirîn.

Di dema çend rojên borî de, bazara drav li Îraqê û Herêma Kurdistanê guhertinên bilez dîtin, bi vî rengî ku nirxê dolarê amerîkî li hemberî dînarekî Îraqî bilindbûneke berbiçav tomar kir û nirxê 100 dolarî nêzîkî 160.000 dînaran bû, û niha jî nirxê wî daketiye 157 hezar û 300 dînariyên Îraqî.

Pisporên aborî û bazara drav dibêjin ku ev guhertin û bê aramiya berdewam a di nirxan de, bandoreke rasterast li ser tiwaneya kirînê ya welatiyan û tevgera bazarê dike û pêwîst e pêngavên zêdetir bên avêtin da ku nirxê drav di bazarê de bê hevsengkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike