Serok Bafil piştevaniya YNKê ji bo Konsula Giştî ya Brîtanyayê dupat kir

Kurdistan 03:16 PM - 2026-09-21
Serok Bafil û Holly Vare Ragihandina Serok Bafil

Serok Bafil û Holly Vare

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Debaşanê pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Holly Vare, kir.

Serok Bafil bi boneya destbikarbûna wê bi xêrhatina Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê kir, hêviya serkeftinê di erka wê de xwest û piştevaniya YNKê ji bo serxistina karên wê dupat kir.

Di hevdîtinê de bi girîngî behsa pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hate kirin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên hevpar hate kirin, bi armanca zêdetir xizmeta berjewendiyên giştî bê kirin.

Di mijarekî din ê hevdîtinê de, pêşhatên herî dawî yên siyasî û ewlehî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin û Bafil Celal Talebanî tekezî li ser helwesta neguhêr û niştimanî ya YNKê kir ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan bi rêya diyalogê û têgihiştinê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket