Serokwezîrê Îraqê pîrozbahiya yekxistina hêzên Pêşmerge dike
Êraq 05:05 PM - 2026-09-21
Ajans
Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El- Zeydî pîrozbahiyê li temambûna yekxistina hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê dike
û radighîne: Yekxistina hêzên ewlehî û leşkerî di çarçoveya destûrî û yasayî de
pêngaveke girînge di çespandina ewlehiya neteweyî de.
Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî peyama xwe ya pîrozbahiyê li
ser hesabê xwe ya Tora Civakî (X`ê) weşandiye û radighîne: Pîrozbahiyê li
zarokên gelê me li Herêma Kurdistanê ya Îraqê û li lehengên Pêşmerge dikim, bi
boneya temambûna yekxistina pêkhateyên wan di bin sîwana Wezareta Karûbarên
Pêşmerge de, bi awayekî ku bibe sedema xurtkirina asayişa nîştimanî û karê
sazûmanî.
Zeydî tekez kiriye û gotiye: Yekxistina hêzên ewlehî û
leşkerî di çarçoveyeke destûrî û qanûnî de û xurtkirina hemahengiyên di navbera
hemû curên hêzên çekdar ên Îraqê û pêkhateyên wan de, pêngaveke girînge ji bo Çespandina
asayişa me ya nîştimanî û yekgirtina biryara me ya berevaniyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

