Şalaw Kosret Resûl: Ti dem ji bo civîna YNK û PDKê nehatiye diyarîkirin

Kurdistan 03:39 PM - 2026-09-21
 Şalaw Kosret Resûl PUKMEDIA

Şalaw Kosret Resûl

YNK

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê radigihîne: Serok Bafil serdaneke serkeftî ji bo Îranê pêk anî û dibêje: Ti dem ji bo civîna di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê de nehatiye diyarîkirin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Şalaw Kosret Resûl, di daxuyaniyekê de ji bo kenalên ragihandinê axivî û got: Serok Bafil serdaneke serkeftî ji bo Îranê kir û di serdana xwe de rewşa navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Îraqê bi taybetî mijareke girîng a civînên wî bûn.
Derbarê civîna di navbera YNK û PDKê de jî ragihand: Ti dem ji bo civîna di navbera Yekîtî û Partî de nehatiye diyarîkirin û deriyê gotûbêjên me vekirî ye û em ligel Partiyê berdewam in, lêbelê em negihiştine ti lihevkirinekê derbarê pêkanîna hikûmetê de.

Şalaw Kosret Resûl da xuyakirin jî, hevpeymaniya me ligel Nifşê Nû (Newey Nû) berdewam e û wekî xwe ye, peymana me gelek babet tê de hene û tenê pirsa beşdarbûna di hikûmetê de nîne.

Ev yek di demekê de ye ku di 20ê Cotmeha 2024an de hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li bazinên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebçeyê birêve çûn, û heta niha jî hikûmeta nû ya Herêmê nehatiye pêkanîn. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hewlên xwe ji bo xurtkirina hevparîya rasteqîn û pêşîgirtina li takrewiyê li Îraq û Herêmê xurt kiriye; bi awahiyekî ku pirsa hevparîya rasteqîn li gorî nerîna Yekîtiyê tenê di beşdarbûna di hikûmetê û parvekirina postan de xwe nabîne, belku di biryarên çarenivîsaz û roldîtina li nexşeya siyasî û hikumdariya welat de xwe dibîne, ku li cem YNKê pirsa mûçeyê di karê pêşîne ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket