Dr.Rêwaz Fayêq:Jin beşek girîng ji pêşveçûna her civakekê ye

Kurdistan 01:41 PM - 2026-09-08
Akademiya Jinan ya Rêbertiyê Serdana Mekteba Siyasî kir PUKMEDIA

Akademiya Jinan ya Rêbertiyê Serdana Mekteba Siyasî kir

YNK

Îro,Sêşem rêkefta 8ê Îlona 2026.an, şandeyek ji Akademiya Jinan ya serkirdayetiyê serdana Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û ji aliyê Rêwaz Fayêq, endama Mekteba Siyasî ya YNKê ve hat pêşwazîkirin.

Şanda Akademiya Jinan, ku ji nûnerên partiyên siyasî pêk dihat, derbarê kar û çalakiyên xwe yên di xizmeta aktîvkirina rola jinan di qada giştî de de kurteçîrok pêşkêş kir.

D. Rêwaz Fayêq pesnê rola Akademiyê da di balkişandina ser pirsgirêkên jinan û pêşxistina rola wan di beşdarbûn û biryardanê de di hemû waran de.

Di civînekê de ku Stran Ebdulah, Berpirsê Sekreteriya Mekteba Siyasî, beşdar bû, Akademiya Jinan projeyek karê xwe pêşkêşî Mekteba Siyasî kir, Dr. Rêwaz Fayêq piştgiriya YNKê ji bo pirsgirêkên jinan û akademiyê ji nû ve tekez kir û hêvî kir ku Akademiya Jinan ya Serkirdayetiyê, digel rêxistinên civaka sivîl, hewlên xwe berfireh bikin û ji bo xebata hevbeş û di pirsgirêkên jinan de zêtir hevahengiyê bikin.

Her weha tekez kir ku,jin beşek girîng ya serkeftin û pêşveçûna domdar ya her civakê ne û beşdariya çalak ya jinan di hevbeşiya berpirsiyarî û biryardanê de wekî pêwîstiyek vê qonaxa têkoşîna siyasî bi nav kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket