Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin

Kurdistan 04:58 PM - 2026-10-10
Xerîb Hiso Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ANF

Xerîb Hiso Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Rojavayê Kurdistanê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku, mafê gelê Kurd heye ku hebûn, ziman, erdnîgarî û mafên xwe biparêze.

Xerîb Hiso Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku;tevlîhevî roj bi roj zêde dibe,ev hişmendiya neteweperest", ku Kurdan berê red dikir, niha li ser erdê ye bi vê yekê ew dixwazin êrîş bikin, lê naxwazin şiyanên xwe yên "ruhî" pêş bixin,ew naxwazin diyalog çêbibe.

Xerîb Hiso tekez dike ku, bûyer netewperstî û olperestî ye lewra pêwîste rêgirî li wê yekê bê kirin ji ber ku paşvekişîna Amerîka careke din rê da DAIŞê ku xwe kom kiriye û li vir DAIŞ heye û ev wek derfetekê tê bi kar anîn.

Hiso dibêje:Ala Sûriyê wekî behane tê bikaranîn daku ziman, nasname, sembol û îradeya Kurd red bikin.

Di dawiyê de Hiso bang li Kurdên li Hesekê û deverên din kir ku baldar bin û nekevin nav pilangeriyên komên nijadperest, û tekez kir ku mafê gelê Kurd heye ku hebûn, ziman, erdnîgarî û mafên xwe biparêze, û tekez kir ku pêwîstiya parastina jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên wê de heye.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket