Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê

Kurdistan 04:23 PM - 2026-10-10
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Hikumeta Herema Kurdistanê

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştrast kir ku niyetek cidî heye ku kabîneya nû ya hikûmeta herêmî were avakirin, û hêvî tê kirin ku ew di demek nêzîk de were avakirin.

Qubad Talebanî îro roja Şemiyê 10ê Cotmeha 2026an li Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevaniyê de behsa pêşketinên dawî yên di pêvajoya siyasî û avakirina kabîneya nû de kir û got:Hêvî tê kirin ku hikûmet vê payîzê were avakirin.

Qubad Talabanî destnîşan kir ku civînên di navbera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) de "divê pêk werin û tekez kir ku ev civîn girîngin û niyetek rastîn heye ku hikûmetek were avakirin,lê derbarê astengiyên ku rê li ber pêvajoyê digirin de, Qubad Talabanî got: Dibe ku hindek ji astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê çareser bûn, lê yên din hîna jî hene, lê ez geşbînim û bê guman hikûmet dê were avakirin.

Cîgirê Serokwezîr di beşek din ya axaftina xwe de behsa hevpeymaniya di navbera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Tevgera Nifşê Nû de kir û got: Tenê ji ber ku nifşê nû hevalbendê me ye nayê wê wateyê ku ew dixwazin beşdarî hikûmetê bibin;ew azad in ku biryar bidin ka beşdar bibin yan na, û em rêzê li vê biryarê digirin, her weha tekez li ser girîngiya hevpeymaniyê kir ku ev hevpeymanî cidî ye, em pê serbilindin, û emê pê pabend bimînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket