Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:02 PM - 2026-10-10
Nûsînegeha ragihandinê
Wêneyê Civînê
Îro Şemiyê 10ê Cotmehê 2026an, Berpirsê Encûmena Parastina
Berjewendiyên Bilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Şêx Cefer Şêx Mistefa, serdana
Melbenda (1) ya Rêxistinî ya Silêmaniyê kir û ji aliyê endamê Mekteba Siyasî û serpereştiyarê
Melbendên Silêmaniyê û Çemçemalê Serkewt Zekî, û endamên encûmena rêveberiya
melbendê ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Di dîdarê de, ronahî hate xistin ser rola sazî û organên
cuda ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hemahengiya berdewam, ji bo
bidestxistina armanc û cîbicîkirina siyasetên YNKê. Her wiha behsa guhertinên
nava organên hizb û awayê pêşvebirina organan û geşepêdana erkan hat kirin. Di
wê derbarê de jî Berpirsê Encûmenê tekezî li ser giringiya guhertinan kir bi awayekê
ku bersivdarê vê qonaxa karê hizbî bin.
Her wiha pesnê têkoşîna tevahiya kadroyên melbendê da ku di
qonaxa derbasbûyî de roleke berbiçav hebû di serxistina bername û planên
niştimanî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de û tekez kir li ser
xebitandina şiyan û sûdwergirtina ji ezmûna wan di xebata rêxistisazî de.
Her wiha Şêx Çefer Şêx Mistefa, piştgiriya xwe û ya Encûmena
Parastina Berjewendiyên Bilind ji bo serxistina karên melbendê dubare kir û da
xuyakirin ku avahî û hola civînan û tevahiya beşên encûmenê vekirî ne li ber
destê kar û çalakiyên hevalên melbendê.
Di hember de Serkewt Zekî û hevalên melbendê spasiya
piştgiriya hertimî ya Berpirsê Encûmenê kirin ji bo Melbenda Rêxistinkirina
Silêmaniyê û tevahiya organên din ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
04:58 PM - 2026-10-10 -
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
02:31 PM - 2026-10-10 -
Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
01:02 PM - 2026-10-10 -
Zanîngehên Rojava piştgîriya Tora Cîhanî ya Zanyaran bilind nirxand
11:23 AM - 2026-10-10
zêdetir tamaşe bike
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
03:38 PM - 2026-10-10
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
01:54 PM - 2026-10-10
Îraq daxwaza Sûriyê ya wergirtina 4 hezar girtiyan red dike
10:30 AM - 2026-10-10
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
11:31 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Karwana 5. ya koçberên Serê Kaniyê vedigerin warên xwe
Kurdistan 02:31 PM - 2026-10-10 -
Hiso:Divê rêgirî li netewperstî û olperestiyê bê girtin
Kurdistan 04:58 PM - 2026-10-10 -
Xaneqînê yekem Festîvala xwe ya Xurma û Hunerên Gelêrî saz kir
Kurdistan 03:38 PM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Rojane di karên xwe de sûd ji zîrekiya çêkirî werdigirim
Kurdistan 01:54 PM - 2026-10-10 -
Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana melbenda rêxistinî ya Silêmaniyê dike
Kurdistan 01:02 PM - 2026-10-10 -
Zanîngehên Rojava piştgîriya Tora Cîhanî ya Zanyaran bilind nirxand
Kurdistan 11:23 AM - 2026-10-10 -
Qubad Talebanî: Niyeta cidî heye bo avakirina hikûmeta nû ya herêmê
Kurdistan 04:23 PM - 2026-10-10 -
Îraq daxwaza Sûriyê ya wergirtina 4 hezar girtiyan red dike
Êraq 10:30 AM - 2026-10-10

.jpg)
.jpg)


.jpg)
Aplîkêşin

