Îraq daxwaza Sûriyê ya wergirtina 4 hezar girtiyan red dike

Êraq 10:30 AM - 2026-10-10
Kampa Hol PUKMEDIA

Kampa Hol

Êraq Sûriyê

Desthilatdarên Îraqê daxwaza Sûriyê ya ji bo vegerandina nêzîkî 4 hezar girtiyên Sûrî yên ku bi endamtiya rêxistina "DAIŞ"ê tên tawanbarkirin red kir. Li gorî nûçeya ajansa "Associated Press" ew girtî di sala îsal de ji girtîgehên li Sûriyê hatibûn veguhestin bo Îraqê.

Ajansê ji zarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim El-Ebûdî veguhest ku, vê dawiyê civîneke bi beşdariya berpirsên ji Îraq, Sûriyê û Amerîkayê hate lidarxistin daku çarenûsa girtiyan gotûbêj bikin. Wî diyar kir ku Şamê xwestiye 4 hezar Sûrî werbigire da ku li ser xaka xwe wan darizîne, lê Bexdayê ev daxwaz red kiriye.

El-Ebûdî da xuyakirin ku Îraqê nêzîkî 50 girtiyên Sûrî vegerandine Sûriyê, piştî ku piştrast bûn ku ew ne endamên rêxistina DAIŞê ne, di heman demê de nêzîkî 4 hezar Sûrî ku tê bawerkirin endamên sereke yên DAIŞê ne, hê jî li nav Îraqê di girtîgehan de ne.
Wî tekez kir ku lêpirsînên bi girtiyan re berdewam in û bal kişand ser wê yekê ku her kesê ku berpirsiyariya wî di encamdana tawanan de li nav Îraqê diyar bibe, dê li gorî qanûnên Îraqê bo dadgehê bê şandin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê destnîşan kir ku girtiyên ku girêdayî welatên ku cezayê darvekirinê bi cih nayînin, ev ceza li ser wan nayê sepandin, û anî ziman ku di rewşa hebûna peymanên danûstendina girtiyan de bi Îraqê re, îmkana veguhestina kesên hatine sizadan ji bo welatên wan heye daku cezayên xwe temam bikin.

Derbarê mesrefan de, El-Ebûdî eşkere kir ku Bexdayê daxwaz ji Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî "DAIŞ"ê kiriye ku 500 milyon dolarî peyda bikin da ku beşdarî di mesrefên girtina gumanbaran û ewlehiya girtîgehan de bikin. Wî da xuyakirin ku hevpeymaniyê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina piştgiriyê nîşan da, lê heta niha Îraqê ti fînansman wernegirtiye.

Li gorî ajansa "Associated Press", desthilatdarên Sûriyê hê ti bersiv nedaye daxuyaniyên El-Ebûdî yên derbarê redkirina Îraqê ji bo radestkirina girtiyan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket