Li Penama erdhejek bi hêz rû da

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09
Dîmenek erdhejê Ajans

Dîmenek erdhejê

Cîhanî

Li Penama bi pileya 7.6 û kûrahiya nêzîkî 34 kîlometreyan erd hejiya, hişyariya tsunamiyê li Okyanûsa Pasîfîk hat dayîn.

Îro roja Înê rêkefta (09-10-2026). an li welatê Penamayê bi pilaya 7.6 erdhejek çêbû û hişyariya rûdana tsunamiyê li Okyanûsa Pasîfîk hat dayîn.

Li gorî agahiyan, erdhej bi kûrahiya nêzîkî 34 kîlometreyan çêbûy, navenda wê li ser hêla firehiyê ya 7,5 dereceyan li bakur û hêla dirêjiyê ya 80,8 dereceyan li rojava hatiye diyarkirin.

Penama li herêmeke sîsmîkî ya çalak e, li cihê ku çend plakayên tektonîk li Amerîka ya Navîn digihîjin hev, ev yek jî wê dike ku rastî erdhejan were.

Nêzîkbûna wê ya bi Okyanûsa Pasîfîk re girîngiya sîstemên hişyariya zû û çavdêriya herikînên okyanûsê piştî erdhejên bihêz destnîşan dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket