Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
Cîhan 10:09 PM - 2026-11-23
Ajans
Leşkerên Amerîka
Waşîngton li ser rahênankirina leşkerên Sûriyeyê di warê
paqijkirina mayînan û serederiya ligel teqemeniyan de, bi beşdariya nêzî 15
welatan gotûbêjan dike.
Pênc jêderan ku hay ji pêşniyarê hene ji ajana Reutersê re, diyar kirin ku Amerîka li ser planên
rahênankirina leşkerên Sûriyeyê di warê paqijkirina mayînan de gotûbêjan dike.
Ev yek dê bibe yekemîn erka rahênanê ya Amerîkayê ligel artêşa Sûriyeyê ji dema
ku çekdarên opozisyonê di sala 2024an de li Şamê desthilat girtine dest.
Çavkaniyan got ku pêşniyara erka rahênanê ya pirneteweyî hîn jî li Amerîkayê
rûbirûyî astengiyên yasayî û di nav hinek beşên artêşa Sûriyeyê de jî rûbirûyî
gumanan dibe. Lê belê heke pêş ve biçe, dibe ku sala bê Amerîka hejmareke kêm a
leşkeran vegerîne Sûriyeyê, tenê salek piştî vekişandina erka xwe ya dehsalî ya
ji bo şerê li dijî DAIŞê.
Çar ji çavkaniyan gotin ku bernameya destpêkê dê girîngiyê bide rahênana
paqijkirina mayînan û jinavbirina ewle ya teqemeniyan, lê heke bi ser bikeve,
dikare ji bo hevkariyeke berfirehtir bibe model.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins, got ku
Navenda Hevahengiyê ya Şamê, karê xwe ji bo piştgirîkirina Sûriyeyeke aram,
yekgirtî û aştiyane didomîne û hîn derbarê pêkhateya wê ya pêşerojê û navenda
erkê wê de biryarên dawî nehatine dayîn.
Ji aliyekî din ve Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê jî got ku Waşîngton
pêşwaziyê li hebûna hevkarekî li Şamê dike ku pabendî têkoşîna li dijî DAIŞê
ye.
Li gorî kesekî ku beşdarî gotûbêjan bûye, çarçoveya ku tê gotûbêjkirin dê
personelên ji nêzî 15 hevalbendên Amerîkayê jî di nav xwe de bigire, di nav de
Brîtanya, Fransa, Almanya, Awistralya, Erebistana Siûdî û Îmaratên Yekbûyî yên
Erebî.
Du ji çavkaniyan gotin ku berî pêşkêşkirina fînansmanê, divê rayedarên Amerîkî
lêkolîn û pişkinînê li ser wergirên muhtemel ên Sûriyeyî bikin.
Yek ji vebijarkên ku li ber çavan tê girtin, rahênankirina leşkerên Sûriyeyê li
Urdun û Sûriyeyê ye, ku dibe di meha Adarê de bi beşdariyeke sînordar a leşkerî
ya Amerîkayê dest pê bike.
Jêder: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

