Serokkomar: Neynewa nexweşî û karesatên terorê bi serbilindî derbas kirin û bi rûmet rabû ser xwe
Êraq 09:26 PM - 2026-11-22
PUKMEDIA
Serokkomar
Cenabê Serokkomar birêz Nîzar Amêdî silav li helbestvan û
nivîskarên Festîvala Helbestê ya Ebû Temam di gera wê ya heştemîn de ku li
parêzgeha Nînewayê hate lidarxistin kir, û amaje bi wê yekê kir ku îro Nînewa
komeke afirîner ji helbestvan û nivîskarên Îraqê li gel mêvanên wan ên birêz ji
helbestvanên Ereb dihewîne.
Birêz Serok di gotareke televîzyonî de, îro Yekşem 22ê
Mijdara 2026an ku pêşkêşî beşdarên festîvalê kir, tekez kir ku helbest kûrahiya
rûhî ya neteweyan û xezîneya dîrokê ye, her wekî ku baxçeyên zelaliya hestyarî
ne ji bo helbestvanan û hezkiriyên helbestê ku bi paktrîn taybetmendiyên xwe
yên mirovî amade dibe, li cihê ku em daxwaza aştiyê dikin û ji bo ewlehiya
herêma xwe û azadî û rûmeta gelên wê kar dikin.
Her wiha got ku parêzgeha Nînewayê bi rûmet di rûbirûbûna
tawanbarên terorê de derbas bû, û bi serbilindî û serfirazî ji bo avakirin û
nûjenkirina şûnwarên wêrankariya ku tawanbaran li pey xwe hiştibûn, rabû ser
piyan.
Ev jî deqa gotara Serokkomar e: Xanim û birêzên amadebûyî
yên birêz birayên nivîskar, helbestvan, rexnegir û nivîskarên afirîner Silav û
rehmet û bereketa Xwedê li we be.
Ez ji kûrahiya dil silav li we dikim di demekê de ku hûn
çalakiyên festîvala xwe ya salane ya helbestê, Festîvala Ebû Temam, li ser axa
vî bajarê nemir bi serweriyên xwe û bi beşdariyên zindî yên zarokên xwe, bi
zana, nivîskar û bîrmendên xwe, di avakirina çand û hizrê de li seranserê
dîrokê vedikin.
Em van rolan li bajarê Nînewayê bi bîr tînin di demekê de ku
îro ev kombûna afirîner a helbestvan û nivîskarên Îraqê li gel mêvanên wan ên
birêz ji helbestvanên Ereb dihewîne.
Got jî dema ku ez silav li vî bajarî dikim, bi serbilindî û
şanazî amaje bi wê yekê bikim ku ez bi salan li Mûsilê jiyame, li wir min
xwendina xwe ya zanîngehê li Kolêja Endazyariyê temam kir, û Zanîngeha Mûsilê
bi saxlemî û nirxê xwe yê zanistî yek ji zanîngehên herî kevnar ên Îraq û
herêmê tê hejmartin; lewma rê bidin min ku ez germtirîn hestên pêzanîn,
wefadarî û rêzgirtinê pêşkêşî mamosteyên xwe yên hêja, zanîngeha xwe û hevalên
xwe yên keç û kur ên li Koleja Endazyariyê ji xwendekarên Mûsilê û ji
parêzgehên cuda yên Îraqê bikim.
Germtirîn hestên rêzgirtin û serbilindiyê ji bo hemûyan.
Hêviya min ji bo we û ji bo Mûsilê, dayika du biharan, ew e
ku rojên we bi amadebûneke mirovî ya afirîner û azad geş bibin; rojên helbestî
yên tijî bedewiya afirandinê, û dewlemend bi giyanê danûstandina hizrî ya
berdewam ligel dîroka Nînewayê, ya ku her tim di wijdanê Îraqiyan de zindî ye
li her cihê ku lê bin.
Helbest, di yek ji rûyên xwe de, kûrahiya giyanî ya
neteweyan e, û gencîneya dîrokê ye, her wekî ku baxçeyên zelaliya wijdanî ne ji
bo helbestvanan û hezkiriyên helbestê.
Helbestan bixwînin, bi hemû azadiya xwe bixwînin, û bi
kûrtirîn nirxên wê çi di dîroka me ya kevnar de be, çi jî di roja me ya îro ya
bi hêvî de be.
Ev pêdiviyek e ku jiyana welat û civakên me di rûbirûbûna
rewşa niha de, bi hemû aloziyên wê ve, tekez dike.
Helbest bi paktirîn taybetmendiyên xwe yên mirovî amade dibe
li cihê ku em daxwaza aştiyê dikin û li cihê ku em ji bo aramiya herêma xwe û
azadî û rûmeta gelên wê kar dikin. Helbest her tim di jiyana gelê me de amade
bûye, di tengavî û serkeftinên wî de, û di şahî û xemgîniyên wî de.
Bila dengê helbestê kûr, bihêz, azad û wêrek be. Û bila
helbestvan, di dema ku ew di hizra Ebû Temam de ne, di asta wê berpirsiyariya
mirovî de bin ku helbest dixwaze û civak ji we hêvî dike.
Hûn li bajarekî ne ku tengaviya xwe bi rûmet di rûbirûbûna
tawanbarên terorê de jiyaye, û bi serbilindî û serfirazî ji bo avakirin û
nûjenkirina şûnwarên wêrankariyê yên ku tawanbaran li dû xwe hiştine, rabûye
ser piyan.
Mûsil radibe, û hemû Îraq niha radibe, di qonaxeke girîng a
dîroka xwe ya nûjen de, û ew bi yekîtiya zarokên xwe bi rûmet e, û bi xîreta
wan a ji bo ji nû ve avakirinê, berdewamkirina avedankirinê û jinavbirina
gendeliyê serbilind e.
Û ev beşek e ji tiştê ku em ê ji bo nifşên xwe yên bê
bihêlin da ku pê serbilind bin û şanaziyê bi tiştê ku van nifşên qehreman bi
dest xistiye bikin.
Di dawiyê de gelek spas ji bo we.. Li vir ez dengê Cewahirî
yê nemir deyn dikim dema ku silavê li hemû Îraqê dike û dibêje:
Silav li gir û bilindahiyên Îraqê
li her du peravên wê
li kendal û badokên
wê
Li dar xurmeyên bi
şaxên dirêj
Li serwerê darên ku
tên xwedîkirin
Bila Dayika Du Biharan (Mûsil) her zindî bimîne bi paqijiya
xwe, zelaliya ruhê xwe û reseniya civaka xwe ya dilovan bi pirrengiya xwe ya
olî, neteweyî û çandî, bi vê yekê mînaka herî mezin a yekîtiya gelê me, bi hemû
pêkhateyên xwe ve, di rûbirûbûna komên herî xirab ên terorê û têkbirina wan de
nîşan da, bi mêrxasiya hêzên me yên qehreman, bi hemû cure û yekîneyên xwe ve,
û bi îradeya gelê me yê bira.
Rihma Xwedê li şehîdên azadî û rûmeta mirovahiyê be
Xêr û serbilindî ji
bo welat û gelê me be
Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser we be
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

