Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin

Kurdistan 02:25 PM - 2026-11-23
Logoya herdu hizban Taybet

Logoya herdu hizban

Rojavayê Kurdistanê

Di gaveke siyasî de ku armanc jê xurtkirina hevahengî û karê hevbeş û yekkirina helwest û gotara siyasî ya kurdî li Sûriyê ye, her yek ji Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi rêya daxuyaniyekê ragihandin ku navê " Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî " wek çarçoveyeke nû pejirandine ji bo pêşxistina hevkariya xwe û berfirehkirina bazneya têgihiştin û diyalogê ligel hêz û kesayetiyên cuda yên niştimanî yên kurdî, bi awayekî ku xizmeta doza kurdî bike û beşdarî avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî bibe ku mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike.
Eve jî naveroka daxuyaniyê ye:

Daxwiyaniyek derbarê ragihandina Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî

Di çarçewê pêwendiyên baş di navbera herdû Partiyan de, Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya û Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriya, û hemahengî û pêşveçûna van pêwendiyan  di warê karê hevbeş de, herdû partî berdewamin di pêşxistina vî karî di xizmeta pirsa kurdî de û ji bo berjewendiyên niştimanî sûrî.

Ji ber ku ev hevkarî vedigerê dema imzekirina (Misaqa Karê Hevbeş), li bajarê Qamişlo, di hola Ceger Xwîn de, di 15. 5. 2019’an de, ku gaveke giring bû ji bo yek xistina xebata wan herdû partiyan, û wê mîsaqê dengdaneke arênî dabû dinav civaka kurdî de, û berdewamî ji vê gavê re van herdû partiyan di 10.3.2024’an de, (Misaqa Hemahengî û Karê Hevbeş), erêkirin ji bo xurtkirina hevkariyê di navbera wan de li ser hemî pirsên kurdî û niştimanî yên sûrî.

Li ser ronahiya guhertinên siyasî ku li sûriya rû dabûn piştî ruxandina rêjîma Be’is di 8.12.2024’an de, û astengî û kêşeyên ku qonaxa veguhêz bi xwere anîbû, herdû partiyan bi hevre karîbûn nerîneke siyasî hevbeş ji bo rewşa sûriya di vê qonaxê de amade bikin, ku têde nerîna wan di biwarên niştimanî û neteweyî de hatiye diyar kirin.

Û di encamê vê li hevkirinê de, herdû partiyan navê (Hevdîtina Niştimanî Kurdî Sûrî), destnîşan kirin weke navnîşan, li şûna navê (Hemahengiya Karê Hevbeş), û weke bingehekê ji bo yek xistina helwîst û gotara siyasî kurdî û berfereh kirina bazinê tevkariyê bi hemî hêz û kesayetiyên niştimanî kurdî re.

Herdû partî di bînin ku ev kar gaveke pêşketiye li ser riya karê hevbeş, û ji bo ku derî li ser asoyên ferehtir ji hevkarî û hemahengiyê werin vekirin, herwiha ji bo xurtkirina hevbeşiya niştimanî û avakirina sûriyake demoqratî ne navendî, ku mafên hemî pêkhateyan têde parastî be, û wekhevî û dadmendiyê bide peydakirin. 

Qamişlo 22.11.2026
Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdî li Sûriyaا
Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike