Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin

Êraq 04:40 PM - 2026-11-23
Wêneyê Civînê Malpera Serokomariyê

Wêneyê Civînê

Serokkomarê Îraqê

Serokkomar Îraqê Nizar Amêdî, îro Duşemê 23yê Mijdara 2026an li Bexdayê, bi serokê Rêveberiya Şepola Hikmê ya Niştimanî Seyîd Emar Hekîm re civiya.

Di civînê de, rewşa giştî ya welat ligel pêşhatên rewşa herêmê û kêşeyên niha yên li ser astên navxweyî û herêmî hatin guftûgokirin, û tekezî li ser girîngiya yekrêzî û pêşxistina berjewendiyên bilind ên welat û pêkanîna hêviyên welatiyan hat kirin.

Pêşwazîkirina herdu balyozên nû yên Îraqê li Almanya û Fransayê û radestkirina nameyên baweriyê ji wan re
Her wiha Serokkomar Nizar Amêdî, îro Duşemê 23yê Mijdara 2026an li Koşka Selamê ya li Bexdayê, pêşwazî li Balyoz Fazil El- Rehîm û Balyoz Bera El-Helbûsî kir, her yek bi serê xwe, û nameyên baweriyê wek balyozên Komara Îraqê li Almanya û Fransayê radestî wan kirin.

Serokkomar di her du civînan de, tekezî li ser xurtbûna peywendiyên ku Îraqê bi Almanya û Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê ve bi giştî girê didin, û girîngiya xebata ji bo xurtkirin û pêşxistina wan di warên cuda de kir; û bal kişand ser girîngiya çespandina prensîba Îraqê ya li ser bingeha avakirina peywendiyên hevseng ligel derdorê xwe yê herêmî û navneteweyî ku li ser hevkarî û hevahengiya hevbeş ji bo piştgiriya ewlehî, aştî û aramiya herêmî û navneteweyî ava bûye.

Serokkomar bal kişand ser rola girîng a nûnertiyên dîplomatîk ên Îraqê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji bo Îraqiyên li derveyî welat û şopandina rewşa wan, û nûnertiya welat û xurtkirina hebûna wî li ser qada navneteweyî, û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo her du balyozan xwest di pêkanîna erkên xwe yên nû yên dîplomatîk de.

Ji aliyê xwe ve, her du balyozan rêbernameyên Serokkomar nirxandin, û tekezî li ser pêbendbûna xwe kirin ku nûnertiya welat bikin bi awayekî ku pêgeh û berjewendiyên wî yên niştimanî nîşan bide û kar ji bo pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Îraq û her yek ji Almanya û Fransayê de bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike