Ebûdî: Zêdetirî du trîlyon dînar û 781 milyon dolar ji pereyên gendeliyê hatine vegerandin
Êraq 08:55 PM - 2026-11-22
PUKMEDIA
Pereyên Îraqî
Di çarçoveya pêngava li dijî gendeliyê de, hikûmeta Îraqê vegerandina zêdetirî
du trîlyon û 682 milyar dînaran û destdanîna ser 781 milyon dolaran ragihand,
ku biryare di budceya sala 2027an de bikevin ser sindoqa nifşan.
Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê îro 22yê 11ê 2026an
ragihand: Pêngavên li dijî gendeliyê berdewam in û qebareya wan pereyên ji
gendeliyê hatine vegerandin gihîştiye zêdetirî du trîlyon û 682 milyar dînaran,
hevdem dest li ser zêdetirî 781 milyon dolaran hatiye danîn.
Amaje bi wê yekê jî kir: Hemû ew pereyên hatine vegerandin
dê biçin di nav (Sindoqa Nifşan) de ku di projeyasaya budceya sala 2027an de
amaje pê hatiye dayîn û arasteyeke ji bo dabînkirina paşeroja nifşan û
piştevaniyeke darayî ye ku alîkariya dahatên petrolê û xezîneya dewletê dike.
Hevdem Ebûdî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqî re ragihand: Helmet
ji aliyê kirdarî ve nerawestiyaye û encamên wê bi awayekî zelal bi rêya wan
biryarên dadwerî diyar bûne yên ku li dijî tawanbaran derketine, di nav wan de
siyasetmedar, parlamenter û kesayetên manewî hene, herwiha encam û amajeyên vê
helmetê di heyama 23 salên borî de, ango ji sala 2003yan ve, bêwêne bûne.
Ew yek jî xiste ber çavan: Elî Zeydî Serokwezîrê Îraqê, wek
berpirsê desthilata cîbicîkar û fermandarê giştî yê hêzên çekdar, di vî erkî de
temamkerê herdu desthilatên dadwerî û yasadanînê ye, ji ber ku hikûmet bi tenê
û bêyî vê temamkariyê nikare di bidawîanîna vê dosyeyê de berdewam bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

