Qubad Talebanî: Li ser rêbaza şehîdan axa Kurdistanê diparêzin

Kurdistan 11:31 AM - 2026-11-21
Qubad Talebanî, berpirsê Mekteba Sekreteriyeta Serok Mam Celal PUKMEDIA

Qubad Talebanî, berpirsê Mekteba Sekreteriyeta Serok Mam Celal

Qubad Talebanî Şehîdên YNKê

Qubad Talebanî, berpirsê Mekteba Sekreteriyeta Serok Mam Celal, di bîranîna şehîdên YNK'ê de di peyama xwe de dûpat dike ku rêbaza şehîdan rêbaza me ya ebedî û herdemî ye ku bi yek hevokê parastina axa Kurdistanê ye, herwiha dibêje: Erkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku wek hizba şehîdan gelekî zêdetir ji caran xizmeta malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan bike.

Naveroka peyama Qubad Talebanî:

Îro roja nûkirina soz û peymanê ye ligel şehîdên me yên serbilind û rêbaza wan a pîroz. Rêbaza şehîdan rêbaza me ya ebedî û herdemî ye ku bi yek hevokê ji parastina axa Kurdistanê, berevanîkirina li maf, keramet û azadiya xelkê û xwe terxankirina rastgoyî ji bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê pêktê.

Her wiha îro roja rêzgirtina li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan e. Erkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku wek hizba şehîdan gelekî zêdetir ji caran xizmeta wan bike. Eger pêştir li vir û li wir xemsarî û kêmasiyek hebûbe, rê nede dubarebûna wê.

Qubad Talebanî
Berpirsê Mekteba Sekreteriyeta Serok Mam Celal

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike