Peyama Serok Bafil di Roja Şehîdên YNK'ê de

Kurdistan 10:20 AM - 2026-11-21
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil Şehîdên YNKê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi boneya bîranîna Roja Şehîdên YNK'ê peyamekê belav dike.

Naveroka peyamê:

Îro em bi şanazî û serbilindiyeke mezin Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi bîrtînin û li ber kêla bilind a nemiriya wan, wefadarî û pabendbûna xwe bi rêbaza wan re dûpat dikin.

Bihostek ji axa Kurdistanê û tu çiya û deştek nîne ku zarokên YNK'ê qurbanî ji bo wê nedabin. YNK hêzek e ku di rojên herî dijwar de di nava Kurdistanê de meşxela xebatê vêxistî hişt û di çepera berevanî û fîdakariyê de ma.

Li ber mezinahiya şehîdên me û kesûkarên wan ên serbilind em soz didin, çawa doh me bi xwînê berevanî kir, îro jî bi xebata ji bo dadperweriyê, jiyaneke şayeste û avakirina dahatûyeke geştir xizmeta gelê xwe dikin.

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike