Roja Zarokan a Cîhanê… 30 hezar zarok li Sûriyeyê hatine kuştin

Cîhan 03:48 PM - 2026-11-20
Zarokên Koçber ANHA

Zarokên Koçber

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyî ragihandiye ku, ji sala 2011`an heyanî 2026`an zêdetirî 30 hezar zarok li Sûriyeyê hatine kuştin.

Bi boneya 20`ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyî daxuyaniyek weşandiye, têde diyar kiriye ku, li Sûriyeyê ji Adara 2011`an ve heyanî 2026`an zêdetirî 30 hezar û 756 zarok hatine kuştin.

Her wiha 232 zarok li navendên destgîrkirinê di bin îşkenceyê de hatine kuştin û 5 hezar 372 zarok hatine girtin, destgîrkirin an jî bi darê zorê hatine revandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 23 hezar û 146 zarok berî sala 2026`an û117 zarok îsal hatine kuştin.

Ji 8`ê Kanûna 2024`an ve jî 161 zarok di encama teqîna bermahiyên de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyî di dawiya daxuyaniyê de daxwaz kiriye ku divê berpirsên kiryaran bêne cezakirin û çarenivîsa zarokên windayî bê zelalkirin, her wiha wan tedawî bikin û tezmînat jê re bê dayîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike