Zeydî: Ya li Curf Nesrê pêkhat destpêka Îraqeke yekgirtî ye

Êraq 03:15 PM - 2026-11-20
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî Ragihandina Serokwezîr

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî

Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, ragihand ku, qonaxa niha ya li devera Curf Nesrê destpêkek e ji bo sepandina desthilata dewletê li ser tevahiya axa Îraqê, û tekezî li ser pêwîstiya komkirina çekan di destê dewletê de kir.

Zeydî di peyamekê de ku arasteyî hemû pêkhateyên leşkerî û ewlehiyê yên li ser erdê li Curf Nesrê kir û got ku, ev qonax li ser bingeha hewandinê ye û ne ya dûrxistinê, û her kes dê di nava hêzên çekdar de, di bin alayeke yekgirtî, fermandariyeke yekgirtî û yasayeke yekgirtî de cih bigire.

Elî Zeydî tekez kir ku tu çek nabin ji bilî çekên Îraqê, tu biryar nînin ji bilî biryara Îraqê, û wê tu ala li ser ala Îraqê re bilind nebe.

Amaje bi wê yekê jî kir ku gelê Îraqê li kêleka dewlet û hêzên wê yên çekdar rawestiyaye ji bo parastina samanên welat û pûçkirina gendelî û îsyanê, û spasiya xwe û pêzanîna xwe pêşkêşî welatiyan kir ji ber piştgiriya wan a ji bo hêzên çekdar.

Zeydî tekez kir ku tişta li Curf Nesrê pêk hatiye îsbat dike ku dema Îraq bibe yek tiştek li pêşiya wê nasekine, û ew tişta li Îraqê diqewime destpêka Îraqeke yekgirtî, bihêz û dadmend ku destûr û yasa wê birêve bibin e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike