Rêyên Curf Sexir bi rûyê welatiyan de tên vekirin
Êraq 12:12 PM - 2026-11-20
Ajans
Wêneyê Kongira Rojnamevanî
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê radigihîne; di
çarçoveya rêkxistina rewşa deverê û çespandina serweriya Îraqê de, ji îro ve
rêyên navçeya Curf Sexirê bi rûyê welatiyan de tên vekirin û Polîsê Enerjiyê jî
erka parastin û birêvebirina boriya petrolê girte dest.
Li gorî daxuyaniyeke Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê,
guhertinên ewlehiyê li devera Curf Sexirê ji îro ve ketine warê cîbicîkirinê û
pêvajo ji bo temambûnê hewceyî çend rojan e, ku bi sedema wê hemû rêyên deverê
bi rûyê welatiyan de tên vekirin.
Ferîq Se'd Me'n, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê aşkere
kir ku planên ewlehiyê wekî xwe tên cîbicîkirin û rewş bi tevahî di bin
kontrolê de ye. Herwiha diyar kir ku her kes bi hemû berpirsyarî û giyanê
niştimanî re serederî li gel rewşê kiriye û niha jî Polîsê Enerjiyê dest bi kar
bûye ji bo parastin û birêvebirina boriyên petrolê yên Curf Sexirê.
Hevdem, Fermandarê Baregeha Kontrolê ya Cirf Sexirê tekezî
li ser wê yekê kir ku ev gav destpêk in ji bo sepandina temam a serweriya Îraqê
ji îro ve, û sibê rêya sereke ya Curf Sexirê ber bi parêzgeha Kerbelayê ve bi
rûyê hatûçûna welatiyan de tê vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

