Siba gûherîna yekîneyên leşkerî li Curf el-Sexr dest pê dike
Êraq 10:45 PM - 2026-11-19
Medya
Cerfosaxir
Ji bo cîbicîkirina raspardeyên Elî Zeydî fermandarê giştî yê hêzên çekdar,
fermandariya operasyonên Heşd Şebî sibê dest bi pêvajoya guhertina yekeyên
leşkerî li Curf Elsaxir dike, li gorî rênimayên leşkerî yên pejirandî.
Biryar e di demjimêr şeşê sibeha roja 20ê 11ê 2026an de
guhertina hêzan dest pê bike, ku hejmarek lîwa û yekeyên artêş, Heşde Şebî û
polîsê wize li xwe digire, û hêza hevbeş a Îraqê dê li wan deverên ku ji wan re
hatine diyarkirin bi cih bibin.
Ji aliyekî din ve, ajansa Reutersê ji zarê berpirsên
ewlehiyê yên Îraqî belav kiriye ku Ketîbeyên Hizbullahê razî bûne baregehên xwe
li Curfulsexir vala bikin û veguhezînin devereke din a operasyonê.
Di heman demê de, Ebû Talib Soeydî, berdevkê Hizbullahê di
konfranseke rojnamevanî de ragihand ku ew xwediyê wê axê ne û qurbanî ji bo wê
dane.
Herwiha tekez kir ku serdemê xweveşartinê bi dawî bûye û ti
aliyek di niha û pêşerojê de nikare serî li wan bitewîne yan rewatiyê ji wan
bistîne.
Soeydî hişyarî jî da li hember her hewldanekê ji bo
bêçekkirina wan û got ku neyarên wan di dawiyê de ber bi Dubey, London û Parîsê
koç dikin, lê ew her li ser wê axê dimînin û vala nakin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

