Serokkomar: Parastina aramiya Kerkûkê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên wê

Êraq 09:19 PM - 2026-11-19
Serokkomar PUKMEDIA

Serokkomar

Îro pêncşemê 19ê mijdara 2026an li Bexdayê birêz Nîzar Amêdî serokkomar pêşwaziya Qehtan Wehbî El-Wendawî kir û mersûma erkdarkirina wî wekî parêzgarê Kerkûkê radestî wî kir.

Di destpêka hevdîtinê de, birêz serok hêviya serkeftinê ji bo birêz parêzgar di bicihanîna erkên wî yên kar de xwest û tekezî li ser pêwîstiya girîngîdana bi rewşa xizmetguzariyê ya parêzgeha Kerkûkê, pêşxistina karê fermangehên xwecihî û bilindkirina asta xizmetguzariyên pêşkêşkirî ji bo welatiyan kir, ligel şopandina projeyên xizmetguzarî û veberhênanê û hewldana ji bo dabînkirina pêdiviyên xelkê parêzgehê û pêkanîna hêviyên wan.

Herwa amaje bi girîngiya karê bi ruhê berpirsyariyê û hevkariyê di navbera pêkhateyên cuda yên Kerkûkê de û xurtkirina têgihiştin û pêkvejiyana di navbera xelkê wê de kir, bi awayekî ku aramiya parêzgehê biparêze û mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike.

Ji aliyê xwe ve, El-Wendawî spasdariya xwe û rêzgirtina xwe ji bo serokkomarê anî ziman û tekez kir ku ew ê hemû hewldanên pêwîst bide ji bo pêşxistina rewşa parêzgehê û bilindkirina asta xizmetguzariyên ji bo xelkê wê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike