Serokê Rûsyayê: Piştî êrîşên li ser Pira Krîmyayê em ê bi Ukraynayê re ti danûstandinan nekin
Cîhan 07:49 PM - 2026-11-19
Medya
Viladîmîr Putin
Vladîmêr Pûtîn, serokê Rûsyayê radigihîne: Piştî êrîşên Ukraynayê yên li ser
Pira Kirîmiye ti danûstandinekê bi Kîevê re nakin, û tekez jî dike ku xistina
zextê li ser Rûsyayê hewldaneke bêarmanc û bêencam e.
Vladîmîr Pûtîn, serokê Rûsyayê li perawîza lûtkeya sêalî ya
di navbera Rûsya, Çîn û Amerîkayê de, di civîneke rojnamevanî de eşkere kir:
Welatê wî dixwaze dawî li pevçûnên bi Ukraynayê re bîne, lê pêkanîna
danûstandinan bi Kîevê re piştî êrîşên wan ên li ser Pira Kirîmiye dûr dibîne û
mafê wan e jî ku ewlehiya welatê xwe biparêzin.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Ukrayna xwedî mafê
parastina ewlehiya xwe ye, her wekî çawa Rûsya xwedî wî mafî ye, lê hewldana ji
bo xistina zextê li ser Rûsyayê hewldaneke bêarmanc û bêencam e.
Di heman demê de, daxwaza xwe ya ji bo berdewamkirina
gotûbêjên di navbera Moskow, Waşîngton û Pekînê de nîşan da û got: Ez dixwazim
civînên sêalî berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

