Yekemîn civîna serokên Amerîka û Çîn û Rûsyayê birêve çû

Cîhan 04:46 PM - 2026-11-19
wêneyê hersê serokan INA

wêneyê hersê serokan

Çîn Amerîka û Rûsya

Ji bo yekem car di dîrokê de, serokên Amerîka, Çîn û Rûsyayê di kevana lûtkeya (APEC) li bajarê Şenzênê yê Çînê civiyan; kêmkirina çekên atomî, dosyeya Taywanê, şerê Ukraynayê û seqamgiriya enerjiyê, mijarên sereke yên wê lûtkeya sêalî bûn.

Îro pêncşemê, 19/11/2026an, li bajarê Şenzênê yê başûrê Çînê û li kevana 33emîn lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC), li koşka (Kylin Villa), yekemîn civîna rûbirû ya sêalî di navbera Donald Trump serokê Amerîkayê, Xi Jinping serokê Çînê û Vladimir Putin serokê Rûsyayê de birêve çû.

Berî destpêkirina vê civîna sêalî, Donald Trump bi awayekî cuda civînên dualî bi her yek ji Vladimir Putin û Xi Jinping re pêk anîbûn.

Lûtkeya foruma (APEC) ya ji bo sala 2026an li bajarê Şenzênê birêve diçe, ku yek ji navendên herî berçav ên teknolojî û aborî yên Çînê ye û li ser her du astên aborî û jeopolîtîk xwedî girîngiyeke taybet e; gotûbêj bi beşdariya Donald Trump serokê Amerîkayê, Vladimir Putin serokê Rûsyayê û Xi Jinping serokê Çînê li kêleka serokên din ên endam ên forumê birêve diçin.

Ev yek di demekê de ye ku foruma (APEC), ya ku di sala 1989an de hatiye damezrandin, 21 endaman li xwe digire.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike