Ragihandina Ewlehiyê: Yekîneyên hêzên çekdar ketin rewşa amadebaşiyê
Êraq 03:17 PM - 2026-11-19
Wezareta Berevaniyê
Yekîneyên hêzên Îraqê
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê yê Îraqê Ferîq Se'd Me'n,
îro Pêncşemê, ketina yekîneyên Hêzên Çekdar bi hemû pêkhateyên xwe yên cuda ve
di rewşa amadebaşiya (C) de ragihand.
Ferîq Se'd Me'n di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê
ya fermî (INA) re got: "Yekîneyên Hêzên Çekdar ên Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe yên
cuda ve ji niha ve ketin di rewşa amadebaşiyê ya 'C' de.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, îro Pêncşemê,
derketina fermana dîwanî ya ji bo avakirina baregeha serdest a li Cirf El-Sexr
(Cirf El-Nesr) ragihand.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê berdevkê Fermandarê Giştî yê
Hêzên Çekdar Sebah Nûman, ve hat weşandin, hat gotin: Li ser raspartina Fermandarê
Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî, fermana dîwanî ya ji bo avakirina
baregeha serdest a li (Cirf El-Nesr) derket.
Sebah Nûman mekanîzmayên avakirina baregehê eşkere kirin ku
ev in:
1-Baregeh
ji her aliyekî ve bi Fermandariya Hêzên Polîsên Federal ve girêdayî ye.
2-Tayînkirina
Ferîqê Rukin Ehmed Hatim Hemîd wekî fermandarê baregeha serdest, û du
cîgir jî jê re tên tayînkirin:
a. Cîgirê karûbarên berevaniyê: Lîwayê Rukin
Husên Elî Nesîf.
b. Cîgirê karûbarên
Heşda Şeibî: Birêz Udey Ebdul'eîme Misheb.
3-Çar
pêkhate bi baregehê ve girêdayî ne, ku ew jî ev in:
a. Lîwayek ji Artêşa Îraqê.
b. Lîwayek ji Polîsên
Federal.
c. Du lîwa ji Desteya
Heşda Şeibî.
d. Fewcek ji Polîsên
Wizeyê ji bo dabînkirina parastina boriyên neftê.
4. Kerta baregeha serdest di nav sînorên
îdarî yên Cirf El-Nesrê de ye.
5.Baregeh ji emjimêr şeşê sibeha
roja 20ê Mijdarê 2026an pê ve tê vekirin, û fermandarî û kontrolê li ser hemû
hêzên ewlehiyê yên di bin fermana xwe de dike.
6.Baregeha serdest bi bilindtirîn
astên hevahengiyê ligel her yek ji Fermandariya Polîsên Babilê, Fermandariya
Operasyonên Kerbelayê, Fermandariya Operasyonên Enbarê û Fermandariya
Operasyonên Bexdayê hevahengiyê dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

