Amerîka û Çîn li ser vekirîbûna Tengava Hurmizê lihev tên
Cîhan 11:03 AM - 2026-11-19
Ajans
Donald Trump û Xi Jinping
Trump piştî hevdîtina xwe ya bi Xi Jinping re ragihand:
Amerîka û Çîn li ser vekirîbûna Tengava Hurmizê hevfikir in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina xwe ya bi
Serokê Çînê Xi Jinping re li kêleka Lûtkeya Aborî ya (APEC) ya li bajarê Şêncinê,
rêzek daxuyanî belav kirin û tê de bal kişand ser hevfikiriya Washington û
Pekînê ya li ser çend mijarên hestiyar ên navneteweyî û bazirganiyê.
Trump ragihand: Her du welatên Amerîka û Çînê berjewendiyên
hevpar hene ku piştrast bin çavkaniyên enerjiyê di Tengava Hurmizê re derbas
bibin.
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku ew û Serokê Çînê
dixebitin da ku her du alî derbarê şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de hevkar
bin.
Trump pesnê Xi Jinping da û ew wekî "rêberekî
awarte" bi nav kir, her wiha ragihand ku pêwendiya wan a kesane ya xurt
xizmet kiriye ji bo gelên her du welatan û heta ku ew berpirsyar bin, ti
pirsgirêka wan dê çênebe.
Trump amaje bi rêkeftina bazirganiyê ya meha Îlonê ya
navbera wan kir (ku bi rêkeftina 30 bi 30 tê naskirin û tê de her du aliyan
bacên gumrikê kêm kirin) û ragihand ku ew ji Pekînê dixwaze gavên zêdetir
biavêje ji bo alîkariya cotkarên Amerîkayê û kirîna berhemên wan ên çandiniyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

