Rizgarbûyeke Êzidî ya ku hatibû revandin li dijî Ehmed El-Şerei şahidiyê dike
Kurdistan 10:49 AM - 2026-11-19
PUKMEDIA
Îxlas Xidir
Rizgarbûya Êzidî Îxlas Xidir li hember Komîteya Rastiya
Civakî ya Gelê Êzidî li paytexta Almanyayê Berlînê şahidiya xwe da û tekez kir
ku wê di dema ku di destê rêxistina DAÎŞê de dîl girtî bû, Serokê Sûriyeyê yê
Veguhêz ê niha Ehmed El-Şere ku berê bi navê Ebû Mihemed El-Colanî dihat
naskirin, dîtiye.
Raporên medyayî û platformên nûçeyan diyar kirin ku Îxlas
Xidir di îfadeya xwe de eşkere kiriye ku El-Şerei wekî mêvanê endamê rêxistinê bû
mêvandariya ew male ku têde girtî bû û da zanîn ku di wê serdanê de jê re
hatibû gotin ku çayê bide wî, ji berk u wan Kesan nedixwestin ku jinên wan
derkevin pêşiya mêvanan, ev yek jî li gorî gotina wê nîşan dide ku wî dizanîbû
ew keçeke êzidî ya revandî ye.
Di heman demê de, rizgarbûyê eşkire kir ku di wê serdanan de
Şerei tu carî destdirêjî an kiryarek li dijî wê ne kiriye. Her wiha di bersiva
pirsên zelalkirinê yên endamên komîteyê de ku ji bo cudakirina di navbera
encamderandin û dîtina rasterast de hatibûn kirin, Îxlasê tekez kir ku wê ew bi
çavên xwe "sedî sed" dîtiye dema ku şa bire ji wan re.
Ev îfade û şahidî di çarçoveya rûniştinên guhdarîkirinê yên
li Berlînê tên lidarxistin de tê ku ji bo belgekirina binpêkirin û tawanên li
dijî pêkhateya Êzidî di dema desthilatdariya rêxistinê de hatine kirin, di
heman demê de ev gotin wekî îfadeya şexsî ya rizgarbûyê di rûniştineke
guhdarîkirinê ya civakî de tên hesibandin û heta niha ji aliyê Serokatiya
Sûriyeyê ve ti şîroveyeke fermî derbarê wê de nehatiye dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

