Civîna Bilind ya Amerîka, Rûsya û Çînê... Asoyek ji bo çareserkirina qeyranan

Cîhan 11:47 PM - 2026-11-18
Serokên Amerîka, Rûsya û Çînê Medya

Serokên Amerîka, Rûsya û Çînê

Serokê Amerîka Donald Trump ji bo xurtkirina têkiliyên navneteweyî gihîşt Shenzhenê ji bo serdaneke fermî. Civîna bilind ji bo sibê di çarçoveya civîna Bilind ya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC) de li Shenzhenê hatiye plankirin.

Civîna lûtkeyê di demek hestyar de tê lidarxistin

Lûtke di demekê de tê ku aloziyên siyasî û leşkerî yên navneteweyî zêde dibin, krîzên herêmî û navneteweyî kûrtir dibin, şerê Îran-Ukrayna, pirsgirêka etomî û pêşeroja têkiliyên di navbera hêzên mezin de.

Trump ragihand ku di lûtkeyê de dê şerê Îran û Ukrayna, digel bêçekkirina etomî, were gotûbêjkirin, Moskow civîn wekî derfeteke girîng ji bo xurtkirina diyalog û têgihîştina di navbera hêzên mezin de bi nav kir.

Pêşwazîkirineke germ û fermî û destdaneke sê alî ya balkêş

Trump dema gihîştina xwe ya Çînê ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping ve bi germî hate pêşwazîkirin tevî merasîma leşkerî ya balafirên şer yên Çînê, pêşwazîkirin ji aliyê leşkerî ve û pêşandana gul û kulîlkan pêk dihat.

Di heman demê de, Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin li beramberî Serokê Çînê Xi Jinping destên germ û dostane dan hev piştre her sê serokan wêneyek kişandin.

Ev d’menan di medyaya Rûsya de gelek eleqe dîtin, û civînê wekî dîmena herî berbiçav a rojê bi nav kirin, lê ajanseke nûçeyan ya dewletê ya Rûsya destdanîn wekî dîrokî bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan ya Xinhua ragihand ku serokê Çînê amadebûna xwe ya ji bo xurtkirina têkiliyên bi Amerîka re dubare kir, bi danûstandina nêrînan li ser mijara hevkariyê li herêma Asya-Pasîfîk, pergala cîhanî,û karkirina ji bo pêşxistina têkiliyek stratejîk ya avaker û aram li ser bingeha rêz, dadperwerî û wekheviyê.

Putin: Diyalog û hevkarî pêwîst in

Ji aliyê xwe ve, Serokê Rûsya Vladimir Putin geşbîniya xwe li ser encamên civîna sê alî anî ziman û got ku ewê "pir sûdmend" be ji ber pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku cîhan pê re rû bi rû ye.

Putin got: Cîhan bi kaos, dabeşbûna aborî û gefên leşkerî û siyasî yên zêde re rû bi rû ye," û tekez kir ku li şûna dabeşbûnê pêdivî bi yekîtîyê heye.

Di hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Çînî re, serokê Rûsya avakirina pergaleke dadweriyê ya cîhanî girîng û pêwîst bi nav kir.

Pekîn û Moskow hevkariya siyasî û leşkerî pêş dixin

Di çarçoveya têkiliyên dualî de, Serokê Çînê Xi Jinping amadebûna xwe ya ji bo xurtkirina hevkariya siyasî û leşkerî di navbera Pekîn û Moskowê de dubare kir, wî daxwaz kir ku mekanîzmayên danûstandinê di navbera hikûmet, saziyên qanûndanînê, artêş û partiyên siyasî yên herdu welatan de werin aktîfkirin da ku bicîhanîna peymanên ku di navbera herdu serokan de hatine îmzekirin were misogerkirin.

Di heman demê de, Kremlinê got ku di hevdîtinên di navbera her du serokan de çend mijar hatine gotûbêjkirin, di nav wan de hevkariya di warên wuze, Zîrekiya Destçêkirî û kerta darayî de, ji bilî gotûbêjkirina hejmarek mijarên navneteweyî, di nav de şerê Ukrayna û pêşketinên li Nîvgirava Koreyê jî hene.

Şerê Îran-Ukrayna û pirsa etomî li ser mêza lûtkeyê ne

Tê payîn ku mijarên ewlehî û leşkerî di lûtkeya sê alî de, bi taybetî şerên Îran û Ukrayna, digel sînordarkirinên çekên etomî, di serê rojevê de bin, li gorî Washingtonê, pirsa navokî girîngtire, nemaze ji ber ku peymana çekên etomî ya Amerîka û Rûsya qediyaye.

Ji aliyê xwe ve, Çîn tekez dike ku divê Amerîka û Rûsya berî gotûbêjkirina depoya etomî ya Çînê, dest bi kêmkirina cebilxaneyên xwe yên etomî bikin.

Ev lûtke di demekê de tê ku qeyranên navneteweyî û çareserkirina wan nêzîkbûn û têgihîştina di navbera hêzên mezin de hewce dike, ji ber vê yekê, ev lûtke xwedî girîngiyeke taybete ji ber ku serokên Amerîka, Çîn û Rûsya li ser heman mêzê tîne cem hev,ew sê hêzên cîhanî ne ku giraniya wan ya siyasî, leşkerî û aborî mezine, ku encama hevdîtinên wan ji bo her kesî balkêş dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike