Zeydî:Navbera Pêşmerge û hêzên Îraqê ti cudayî nîne

Êraq 10:03 PM - 2026-11-18
Elî Zeydî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê Îraqê Nivîsingeha Ragihandinê

Elî Zeydî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê Îraqê

Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî ragihand ku di navbera artêş û hêzên Pêşmerge de ti cudayî nîne.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê nivîsgeha ragihandina serokwezîr ve hatiye dayîn, Zeydî serokatiya civîna Komîteya Bilind ya çaksazkirina kerta ewlehiyê kiriye û ragihand ku di navbera hemû pêkhateyên hêzên ewlehiyê de, çi di Wezaretên Parastin û Karên Navxwe de bin, çi jî di hêzên Pêşmerge û Heşdî Şebî de, ti cudayî nayê kirin.

Fermandarê giştî yê hêzên çekdar tekez kir ku hemû rolên hêzên ewlehiyê yekin û tenê Îraq xwedî baweriyek hevpare, ji ber vê yekê, wî bang li fermandarên ewlehiyê kir ku ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî kar bikin.

Di beşek din ya axaftina xwe de, serokwezîrê Îraqê ewlehî wek kevirê bingehîn yê dewletê bi nav kir û got: Destpêka her dewletekê bi ewlehiya wê dest pê dike, ji ber ku bêyî ewlehiyê, ne aborî û ne jî aramî û xweşgûzaranî ji bo welatiyên wê nayê dabînkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike