Wezîrê Dadê: Emê çavdêriya her peymanekê bikin ku nirxê wê ji milyarek Dînar zêdetir be
Êraq 04:31 PM - 2026-11-18
Taybet
Xalid Şiwanî, Wezîrê Dad yê Îraqê
Xalid
Şiwanî, Wezîrê Dad yê Îraqê, beşa peymanan a wezareta xwe erkdar dike ku bi
rêziknameyên Serokwezîr ve girêdayî bin.
Li gorî rêziknameyê, her peymanek ku nirxê wê
ji milyarek Dînar zêdetir be, divê ji aliyê Wezîrê Dadê ve bê pesendkirin,di
heman demê de, destûr tê dayîn ku nûnerê Nivîsingeha Serokwezîr di dema vekirin
û nirxandina pêşkêşkirîyan de amade be.
Îro
Çarşemê 18ê Mijdara 2026.an, di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ketiye destê
PUKMEDIA, Wezareta Dad ya Îraqê ragihand ku di çarçoweya xurtkirina bingehên
şefafiyetê, destpakiyê û têkoşîna li dijî gendeliyê ku yek ji karên herî pêşîn yê
bernameya hikûmetê ye.
Xalid Şiwanî Wezîrê Dadê, beşa peymanan erkdar
kir ku bi rêziknameya Serokwezîr ve girêdayî bin ku li gorî rêziknameyê, her
peymanek ku bihayê wê ji milyarek Dînar zêdetir be, divê ji aliyê Wezîrê Dadê
ve bê pesendkirin, di heman demê de destûr tê dayîn ku nûnerê Nivîsingeha
Serokwezîr di dema vekirin û nirxandina pêşkêşkirîyan de amade be.
Wezaretê
her wiha dazanîn ku ev rêzikname di çarçoweya wê giringiyê de tê ku wezaret bi
çavdêrîkirina pêvajoyên peymanan dide xuyakirin.
Her wiha cî bi cîkirina bingehên şefafiyetê,
destpakiyê û piştrastbûna ji rastiya rêkarên têkildarî vekirin û nirxandina
pêşkêşkirîyan, bi rengekî ku beşdariyê di kêmkirina diyardeyên gendeliyê û
xurtkirina pêbaweriya bi mekanîzmên peymanên hikûmî de bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

