Îro Festîvala Zeytûnê ya Yekem li Efrînê dest pê kir

Kurdistan 04:10 PM - 2026-11-18
 Festîvala Zeytûnê ya Yekem li Efrînê Medya

Festîvala Zeytûnê ya Yekem li Efrînê

Efrîn Rojavayê Kurdistanê

Îro, roja Çarşemê 18ê Mijdara 2026.an, çalakiyên festîvala zeytûnê ya yekem li xwaringeha Sun  City ya bajarê Efrînê dest pê kirin; ev festîval bi rêxistiniya Komeleya Zarokên Zeytûnê û di bin banê Parêzgehê Helebê û Rêveberiya Herêma Efrînê de hat lidarxistin.

Roja yekem ya festîvalê şahidiya amadebûna hejmarek ji endamên Civata Gel ya Sûriyê û berpirsên hikûmî kir, li gel beşdar û mêvanên ji herêmê.

Festîval pêşandana berhemên girêdayî demsala Zeytûnê li xwe digire, her wiha di nava çalakiyên xwe de karên hunerî, çandî û mûzîkî jî pêşkêş dike.

Çalakiyên festîvalê îro heta demjimêr heftê êvarê berdewam dike, û dê sibe roja Pêncşemê ji demjimêr dehê sibê heya demjimêr heftê êvarê werin domandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike