Beştaş: Sala 2025'an herî kêm 391 jin hatine kuştin
Kurdistan 03:13 PM - 2026-11-18
Ajans
Berdevka Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş
Hevberdevka
HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî li Enqere di Civata Mezin ya Turkiyê de li ser 25’ê
Mijdarê û kuştina jinan axivî û amara kuştina jinan ya li Turkiyê di sala
2025’an diyar kir û got ku herî kêm 391 jin hatine kuştin, her wiha rexne li siyaseta
bê sizakirinê kir.
Berdevka Kongreya
Demokratîk ya Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş li Enqerê Civata Turkiyê de
derbarê kuştina jinan û mafê wan de axivî û ragihand ku,di sala 2025’an de herî
kêm 391 jin hatine kuştin, ji van 297 wekî kuştin û 94 jî wekî mirinên gumanbar
hatine tomarkirin.
Beştaş
beriya 25’ê Mijdarê rexne li operasyonên 'Malbata Min Ewle ye' dikir, û rexne li
bê sizakirina kujerên jinan girt.
Her weha Beştaş balkişandin li ser amara
kuştina jinana di sala 2026’an û got: Di sala 2026’an de 170 jinên li Turkiyê
ji ber tundûtîjiya mêran jiyana xwe ji dest dane û 39 ji van mirinan wekî
gumanbar hatine tomar kirin.
Beştaş her
wiha qala pirsgirêkên di sepandina Yasaya Hejmar 6284 û biryara vekişîna ji
Peymana Stenbolê de kir û diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan nikare bi
hilbijartinên siyasî ve girêdayî be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

