Piştî nalînên dirêj.. Cerbandina vaksîna li dijî vîrusa Ebolayê dest pê dike
Cîhan 10:52 AM - 2026-11-18
PUKMEDIA
Vîrusa Ebola
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku du vaksînên li
dijî cureya "Bundibugyo" ya vîrusa Ebolayê, ya ku li Komara
Demokratîk a Kongoyê belav dibe, dê di hefteya bê de bikevin qonaxa ceribandinê
li navenda derketina nexweşiyê.
Rêveberê Giştî yê Rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus, di
civîneke çapemeniyê de li Cenevê got ku testkirina her du vaksînên berendam, ên
ku bi taybetî ji bo rûbirûbûna vê vîrusê hatine pêşxistin, dê di zûtirîn dem de
û dibe ku heta hefteya bê dest pê bike.
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, 11.376 pêket
û 5.568 qurbanî ji ber derketina nexweşiya Ebolayê li welat hatine tomarkirin.
Tedros da zanîn ku hê jî di nav hefteyekê de 400 heta 500 pêketên
nû yên nexweşiyê tên tomarkirin û ku ji sê paran du para mirinên piştrastkirî
li derveyî navendên çareseriyê çêdibin.
Rêxistinê diyar kir ku Komara Demokratîk a Kongoyê di 15ê
Gulanê ya borî de bi awayekî fermî derketina nexweşiyê ragihandibû, û da zanîn
ku vîrusa heyî ji cureya "Bundibugyo" çêbûye ku heta niha ti vaksîn
an dermanekî pejirandî ji bo wê tune ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

