Bihayê neftê berdewam e li daxistinê

Aborî 09:51 AM - 2026-11-18
Naft PUKMEDIA

Naft

Bihayê neftê hikekî daket, bi vî rengî nefta Brênt gihîşt 92.87 dolarî û nefta xav a Teksasê jî gihîşt 85.36 dolarî.

Îro çarşemê 18/11/2026an, bihayên nefta xav kêmekî daketin, bi vî rengî nefta Brênt bi rêjeya 0.3% dakete 92.87 dolarî û nefta xav a Teksasê jî bi rêjeya 0.76% dakete 85.36 dolarî.

Ev daketin piştî zêdebûna embarên (depoyên) nefta Amerîkayê û pêşbîniyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) tê ji bo zêdebûna xistina ber dest a (pêşkêşkirina) neftê di dawiya îsal de. Herwiha serkeftina demokratan di hilbijartinên Amerîkayê de hêviya destpêkirina gotûbêjên aştiyê bi Îranê re çêkiriye û di vê mehê de bihayê Brent bi rêjeya %21 daxistiye.

Tevî vê yekê jî, berdewamiya êrîşên Îranê li Tengava Hurmizê û pevçûnên di navbera Siûdî û Hûsiyan de li Deryaya Sor û Riyadê, bûn asteng ku biha ji vê zêdetir daxe.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike