Hinardekirina petrolê bi rêya boriya kevn a Îraq-Tirkiyê dest pê kir

Êraq 02:26 PM - 2026-11-17
Boriya Petrolê Îraq- Tirkiyê Wezareta Petrolê

Boriya Petrolê Îraq- Tirkiyê

Petrol Îraq

Wezareta Petrolê ya Federal ragihand ku, dest bi pompekirina petrolê bi rêya boriya kevn a Îraq-Tirkiyê kiriye, bi kapasîteya destpêkê ya (120) hezar bermîlî di rojê de, û tekez kir ku dê kapasîteya hinardekirinê gav bi gav were zêdekirin heta ku bigihîje (500) hezar bermîlî di rojekê de.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Petrolê ku gihîştiye PUKMEDIA, "Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xuzeyir îro Sêşemê 17/11/2026 ragihand ku pompekirina petrola xav ji bo armancên hinardekirinê bi rêya boriya kevn a Îraq-Tirkiyê dest pê kiriye, bi kapasîteya hinardekirinê ya destpêkê ya (120) hezar bermîlî di rojekê de, piştî ku karên nûjenkirin û pişkinînên teknîkî û xebitandinê bi serkeftî bi dawî bûn.

Wezîrê Petrolê, li gorî daxuyaniyê, tekezî li ser zêdekirina kapasîteya hinardekirinê gav bi gav heta ku bigihîje (500) hezar bermîlî di rojekê de kir.

Xuzeyir her wiha got ku "ev destkeftî gaveke stratejîk a girîng e di xurtkirina kapasîteya hinardekirinê ya Îraqê û cihêrengkirina deriyên hinardekirina petrola xav de, ji bilî bidestxistina dahatên darayî yên zêde ji bo aboriya neteweyî, nemaze ku hinardekirina bi rêya deriyê bakur derfetê dide ku petrola xav bêyî daxistinên bihayê were kirrîn û firotin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike