Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Amadekirina reşnivîsa budçeyê bi dawî bû
Kurdistan 12:57 PM - 2026-11-17
Wah
Heyder Ebûdî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê
Berdevkê
Hikûmeta Îraqê radigihîne ku her du wezaretên darayî û plandanînê reşnivîsa budçeyê
qedandine û dibêje: Dahatên ne-neftî zêde bûne, lê pirsgirêka para Herêma
Kurdistanê hêj ne hatiye çareserkirin û eger heye ku pesendkirina budçeyê jî
dereng bikeve.
Heyder
Ebûdî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan ya Îraqê
(INA) ragihand: Reşnivîsa budçeyê, dahat, lêçûn û kurtehênana pêşbînîkirî di
nava xwe de dihewîne, ji bilî vê yekê rêjeyek ji bername û performansa (edaya) li
xwe digire ku têde pereyên diyarbûyî ji bo bernameyekê yan projeyeke taybet tên
terxankirin.
Wî her
wiha got: Awayê amadekirina reşnivîsa budçeyê bi cûrеkê ye ku qerebûya her
hejandineke ku di pêşerojê de rûbirûyê aliyê aborî û darayî yê Îraqê bibe, tê
kirin.
Berdevkê
Hikûmeta Îraqê li ser dahatên ne neftî ragihand: Budçe bi rêjeyeke berbiçav
pişta xwe bi firotina neftê girêdide, lê digel vê yekê jî dahatên ne neftî %19ê
budçeyê pêk tînin، di demekê de ku berê ji %11 derbas nedibû.
Derbarê
para Herêma Kurdistanê de, Heyder Ebûdî eşkere kir ku pirsgirêka para Herêma
Kurdistanê ne hatiye çareserkirin û gotûbêj û danûstandinên bi Herêmê re
berdewamin ku bi pirsa radestkirina nefta hatî hilberandin ve girêdayî ye; divê
rojane herî kêm 445 hezar bermîl bên radestkirin, lê desthilatdarên Herêmê
radigihînin ku ew nikarin wê kojmê hilberînin, lê belê raportên me nîşan didin
ku hilberîna wan ji ya ku radigihînin zêdetire.
Di dawiyê
de, derbarê dema pesendkirina budçeya sala 2027.an de, Heyder Ebûdî da got:
Pesendkirina budçeyê bi danûstandin û gotûbêjên siyasî ve girêdayî ye ku alî ji
sala 2003.an ve li ser li hev dikin، digel lihevkirina li ser para Herêma
Kurdistanê di nava budçeyê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

