NY: Divê mafên Kurdan û beşdariya jinan di saziyên Sûriyê de bên misogerkirin
Kurdistan 11:01 AM - 2026-11-17
Ajans
Claudio Cordone Cîgirê Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê
Neteweyên
Yekbûyî ragihand ku divê hikûmeta demkî ya Sûriyê lez bike di cîbicîkirina Peymana
29ê Kanûnê û yekxistina saziyan li bakur û rojhilatê Sûriyê, û misogerkirina
mafên Kurdan û beşdariya jinan, û xurtkirina beşdariya siyasî, başbûna aborî û
aramiyê.
Her weha daxwaz
ji hikûmeta demkî ya Sûriyê kir ku divê pirsên nûnertiya Kurdî, mafên zimanî û
perwerdehiyê û beşdariya di saziyên dewletê bê çareserkirin û destnîşan kir ku
berdewamiya van pêngavan mercekî bingehîne ji bo domdariya peymanê û serketina
qonaxa veguhêz a li welat.
Cîgirê
Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Claudio
Cordone, di dema bîrxisandineke li pêşiya Civata Asayîşê de bi riya vîdyo ji
Şamê got: Pêşveçûna di pêşxistina saziyên dewletê de divê bi PêNgavên berbiçav
re di warê beşdariya siyasî, lêpirsînê, başbûna aborî û nûveavakirinê de
bimeşîne, bi awayekî ku qezencê bide hemû pêkhateyên Sûriyê.
Di dosya
siyasî de, Cordone daxuyakirin ku avakirina Civata Gel ya Demkî rawestgeheke
giringe di pêvajoya veguhêz de, di nava hêviyên ku ewê roleke çalak bilîze di
pêşxistina xebata yasayî û xurtkirina lêpirsîna giştî de, û tekez kir ku divê
amadekarî ji bo nivîsandina destûrekî mayînde û encamdana hilbijartinên pêbawer
û giştî bê kirin, ligel diyarkirina mekanîzm û demjimêran.
Her wiha
bang kir ku beşdariya jinan û civaka sivîl bi awayekî tam û wekhev di qonaxa
veguhêz û jiyana giştî de bê misogerkirin.
Di aliyê
aborî de, berpirsê Neteweyên Yekbûyî dazanîn ku lezkirina başbûnê mercekî
sereke ye ji bo aramiya qonaxa veguhêz, û bang kir ku alîkarî û weberhênan ber
bi wan pêşîniyên ku dewlet diyar dike ve bên arastekirin, bi aweyekî ku
xizmetguzarî û debara jiyanê baştir bike û derfetên kar peyda bike, digel
tevlêkirina jinan û civakên ziyanmend di diyarkirina pêdiviyên xwe yên xwecihî
de.
Ji aliyê
ewlehiyê ve, wî behsa berdewamiya cemidîbûna ewlehî û siyasî li parêzgeha Suwêda
kir, û hişyarî da li ser berdewamiya çalakiyên leşkerî yên Îsraîlî û
binpêkirinên serweriya Sûriyê, di nav de êrîşên derbazbûnê, girtin, bombebaran,
herifandina zeviyan û zirarxistina ser binesaziya çandiniyê û çavkaniyên avê, û
bang kir ku rêz li peymana veqetandina hêzan ya sala 1974.an û serweriya Sûriyê
û yekparçeyiya xaka wê bê girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

