Çarçoveya Hevahengiyê: Berdewamkirina diyalogê ji bo bihêzkirina aramiya siyasî
Êraq 10:36 PM - 2026-11-16
Ajans
Civîna Çarçoveya Hevahengiyê
Çarçoveya Hevahengiyê di civîna xwe ya êvara îro Duşemê de
mêvandariya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, Serokomar
Nizar Amêdî û Serokê Tevgera Newey Niwê Şaswar Ebdulwahîd kir, û tekezî li ser
girîngiya berdewamkirina diyalog û lihevtêgihiştina hevbeş ji bo bihêzkirina
aramiya siyasî û xizmetkirina berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Îraqê kir.
Li gorî daxuyaniyeke Daîreya Ragihandinê ya Çarçoveya
Hevahengiyê ku ji aliyê PUKMEDIAyê ve hatiye şopandin, Çarçoveya Hevahengiyê
êvara îro Duşemê civîna xwe ya asayî ya hejmar (301) li nivîsgeha Serokê
Encumena Bilind a Îslamî ya Îraqê Şêx Humam Hemûdî, bi amadebûna Serokwezîr Elî
Falih Zeydî li dar xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Beşdarên civînê bi giştî
pêşhatên rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê li ser asta Îraq û herêmê, ligel
pêşhatên navneteweyî û bandorên wan gotûbêj kirin. Herwiha di civînê de dosyeya
budceya giştî, rêyên bihêzkirina aramiya aborî û dabînkirina pêdiviyên qonaxê,
ligel gotûbêjkirina mekanîzmayên pêşxistina karê komîteyên navxweyî yên
Çarçoveya Hevahengiyê hatin nirxandin, bi awayekî ku bilindkirina asta karînê û
hevahengiya hevbeş misoger bike."
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku "piştî bidawîbûna
karên civîna fermî, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li şandeyekê kir ku ji Serokomar
Nizar Amêdî, Bafil Talebanî û Şaswar Ebdulwahîd pêk dihat, di hevdîtinê de li
ser mijarên nîştimanî yên rojane nêrîn hatin pevguhertin, û tekezî li ser
girîngiya berdewamkirina diyalog û lihevtêgihiştina hevbeş ji bo bihêzkirina
aramiya siyasî û xizmetkirina berjewendiyên hemû welatiyên Îraqê hat
kirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

