Wezîrê Dadê ferman da rêkarên veguhastina mehkûman bên temamkirin
Êraq 02:57 PM - 2026-11-16
Ragihandina Wezaretê
Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî
Wezîrê Dadê yê Îraqê Dr. Xalid Şiwanî ferman da ku hewldan
bên zêdekirin ji bo temamkirina rêkarên girêdayî rêkeftinên veguhastina
mehkûman bi wan welatên ku girtiyên wan li Îraqê hene.
Ev yek di dema serokatiya Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî ya
civîneke ligel kadroyên pêşketî yên Fermangeha Peywendiyên Dadî de hat, ji bo
şopandina karûbaran û gotûbêjkirina rêbazên pêşxistina erkên fermangehê.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Dadê ku gihîştiye PUKMEDIA`yê,
Wezîrê Dadê ferman da ku "hevahengiyên pêwîst bên kirin ji bo
organîzekirina serdanên meydanî bo parêzgehan, da ku rasterast agahdarî rewşa
karê fermangehên dadî bin, pêdivî û astengiyên ku li pêşiya cîbicîkirina erkên
wan dibin destnîşan bikin, bi awayekî ku alîkariya pêşxistina asta
xizmetguzariyên ku pêşkêşî welatiyan tên kirin bikin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku Dr. Xalid Şiwanî
tekezî li ser "pêwîstiya zêdekirina hewldanan kir ji bo temamkirina
rêkarên têkildarî rêkeftinên veguhastina mehkûman ligel wan welatên ku girtiyên
wan li Îraqê hene, û amadekirina pêdiviyên îmzekirina rêkeftin û bîranînên
hevtêgihiştinê yên nû di warên pevguhertina girtiyan û hevkariya dadî û qanûnî
de, bi awayekî ku hevkariya hevbeş ligel welatên dost xurt bike."
Di çarçoveya pêşxistina şiyanên saziyan de jî, li gorî
daxuyaniyê, wezîr ferman da ku "hevahengî bê xurtkirin û kar bê kirin ji
bo organîzekirina dewreyan û bernameyên rahênanê yên pispor bi hevkariya Ofîsa
Neteweyên Yekbûyî, bi armanca pevguhertina ezmûnan û bilindkirina karîna
kadroyan û pêşxistina şarezayiyên wan di warên têkildar de."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

