Gelo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî qewareya Herêmê ye?

Rêportaj 02:40 PM - 2026-11-16
Logoya YNKê û Nexşe û Ala Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya YNKê û Nexşe û Ala Kurdistanê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, xwediyê dîrokeke tijî qurbanîdan e bi armanca çespandina mafên destûrî yên Kurdan li Îraqê û avakirina qewareya Herêma Kurdistanê de, û xwe bi xwediyê wê dibîne, Şoreşa Nû jî yek ji wan şoreşên gelê Kurd e ku serkeftin bi dest xistiye; serkeftina wê şoreşa ku Serok Mam Celal Talebanî pêşengiya wê dikir, bû sedema avakirina qewareya Herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmetê.

Di vê raporê de em ê bersiva wê pirsê bidin ka gelo YNKê li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ye yan xwe bi xwediyê qewareya Herêma Kurdistanê dibîne?

Qubad Talebanî, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di bersiva pirseke rojnameya Kurdistanî Nwê de di dema konfêranseke rojnamevanî de li Foruma Stratejîk a Silêmaniyê, derbarê wê yekê de ku Partî (PDKê) dibêje civîna parlamentoyê ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê ye, gelo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ye? Got: "Nexêr, em nebûne metirsî li ser qewareya Herêma Kurdistanê û nabin jî. Êdî nizanim PDKê bi çi hincetê vê axaftinê dike? Em dizanin PDKê bi wê civîna parlamentoyê xwestiye çi bike. PDKê dixwaze defaktoyekê û îradeya xwe li ser dengder û komeleya xelkê Kurdistanê û li ser serê hemûyan jî li ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ferz bike, ez di wê baweriyê de me ku di wê hewla xwe de dê têk biçin.

YNK li dijî vê qewareyê nabe
Ala Talebanî, endama dewreyên berê ya Encûmena Nûneran a Îraqê, ragihand: YNKê ji destpêka damezrandina xwe ve, li çiya û di dema damezrandina hikûmetê de, di beşdarbûna wê de û di nivîsandina destûra Îraqê de, xema wê qewareya Herêma Kurdistanê bûye, ji ber ku ev bi xwîna wan hemû şehîdên me û şehîdên aliyên din jî hatiye avakirin. Ji ber wê tu carî YNKê li dijî vê qewareyê nebûye, lê em behsa rêveberiyê (îdareyê) dikin. Gelo rêveberin bi vî şêweyî dibe? Lewma pêwîst e dadperwerî di desthilat, samanên siruştî û di xizmetkirina welatiyan de hebe. Wekî Kak Qubad gotî, çima parêzgarê Silêmaniyê desthilata parêzgarên din nebe? Çima asayî ye ew pêwendiya wî bi hemû aliyan re hebe, lê ji bo me ne asayî be eger em li Bexdayê bi aliyan re pêwendiya me hebe ji bo berjewendiya Kurdan, ji bo derbaskirina yasayan û bûdceyê, lê ya me bi çavekî din lê bê nêrîn? Lewma ez piştrast im, ku qewareya Herêmê li cem YNKê pir girînge, lê îro tiştekî nû heye wan dest pê kiriye, ew jî ferzkirina dîfaktoyek bi kirîna dengê parlamenter e ew şaşîtiyek mezin bûye ku kirine û baca wê hêsan nîne û dê bê dayîn. Bo nimûne wan li ser asta Îraqê, di hilbijartina borî de wan wekî Kurd hevpeymaniyeke sê alî bi aliyekî Sunne û aliyekî Şîe re ava kir û bi ser neket. Di encamê de Partî (PDKê) çû bin baskê aliyên din û dev ji hevpeymaniya sê alî berda. Baş e tu dikarî vê li Kurdistanê bicih bînî? Nêzîktirîn hevpeymanên xwe û yê ku herî zêde kursiyên wî hene, ev dever di bin desthilata wî de ye û xwediyê wan hemû şehîdan e beşdar nekî? Ev ne çalakkirina parlamentoyê bû, belkî ajandayek bû yan mil badanek bû, bi rastî YNK jî qebûl nake.
Dizîna dengê aliyan
Ji aliyê xwe ve, Şinyar Enwer, endama Parlamentoya Kurdistanê, derbarê kombûna nav parlamentoyê û kirîna wijdanê hin parlamenterên aliyan de got: Ew tiştê ku hat kirin nabe em navê wê bikin çalakkirina parlamentoyê, ji ber ku komkirin bi gef û kirînê bû, xapandina aliyên din bû. Em nikarin bibêjin ev rûniştineke şer`î (rewa) bû, belkû bi temamî dîwexanî bû. Wan bi zorê xelk anîne û devê wan rûn kirine, bi vî şêweyî ew civîn derbas kirine. Ev tu navî hilnagire û bi tu şêweyî ne çalakkirina parlamentoyê ye.

Her wiha dibêje: YNK'ê gelek qurbanî ji bo vî welat û axê dane, şehîdên wê hene, YNK Şoreşa Nû pêxist, Serok Mam Celal bi armanca wê yekê de ku hikûmeteke me ya yekgirtî hebe, dinyayek qurbanî da ji bo ku mafên gelê Kurd di destûra Îraqê de biçespine. Di pêxema hikûmeteke yekgirtî û yek rêveberî de YNK zêdetirî 15 salan li ber xwe da, lê sedema parçebûna hikûmetê kî ye? Hemû kes dizane ku PDKê ye. Ew navê xwe kiriye Serokê Hikûmeta Herêmê, bi navê hemû Kurdistanê û parêzgehan diaxive, lê dema tê ser cibicîkirina projeyên xizmetguzariyê, dema tê ser bûdceya pêşxistina bajaran, xwe nake xwedî û dibêje bi dahata navxweyî ya parêzgehê projeyan bikin. Bi rastî ev ne tenê serokwezîrê hemû Herêmê ye, ew nikare nûnertiya ciwanekî bike ku li Silêmaniyê ye yan li Helebce, Ranya û deverên din e. Ew tenê li berjewendiya kursiya xwe difikire, gelo divê hemû Kurd bişewitin tenê ji bo ku ew wî postî dîsa werbigre?

Amaje bi wê yekê jî kir: Di lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê de para şêr dikeve ser PDKê. Niha ev bajar li ser dahata xwe ya navxweyî hatiye pêşxistin û dest bi geşbûnê kiriye, ew li wir rêgiriyê lê dikin. Ji ber wê zelal e, dîrok şahid e, YNK'ê tu carî xiyanet nekiriye. YNK ne tenê li Başûrê Kurdistanê, piştgiriya birayên me yên Kurd li parçeyên din jî dike. Çend salan firokexaneya Silêmaniyê hat cezakirin, kê baca wê da? Xelkê vî bajarê Silêmaniyê û YNK'ê baca wê dan. Ew in ku bazirganiyê bi navê Kurdan dikin, ew in qewareya Herêma Kurdistanê kirine du parçe bi wan parlamenterên ku bi dengê partiyên xwe çûne wî cihî; rabûn deng û dilsoziya van kirîn, gelek mixabin.
YNK dest navêje rûmeta parlamentoyê
Di dawiya Foruma Stratejîk a Silêmaniyê de, Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, konfêranseke rojnamevanî li dar xist û tê de got: Ew tiştê ku PDKê kir, YNK'ê jî dikarî bikira, lê YNK partiyeke sosyal-demokrat e û parlamento û parlamenter li cem YNK'ê pîroz in, ji ber ku nûnerên hilbijartî yên xelkê ne, lewma tu carî dest navêje rûmeta parlamenteran.

Ev qewareya Herêmê bi xwîna şehîdên YNK'ê hatiye avakirin, YNK'ê di pêxema wê de rûbarek xwîn daye, lewma pêwîst e ew kesên ku qet bi Herêmê re newestiyane, divê dawî kes bin ku behsa qewareya Herêmê bikin, ew tiştê ku behs dikin jî tenê hincet e ji bo veşartina binpêkirina rûmeta Parlamentoya Kurdistanê, kes bi qasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwe wekî xemxur û xwediyê qewareya Herêma Kurdistanê nabîne.

PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike