Vegerandina mûşeka Starşîpê li ezmên serkeftineke mezin a dîrokî ye

Cîhan 12:03 PM - 2026-11-16
Mûçeka Starşîp PUKMEDIA

Mûçeka Starşîp

Kampaniya SpaceXê ji bo cara yekem karî ku beşa jorîn a mûşeka Starşîp di ceribandina xwe ya 15an de, piştî geşteke dewriyê ya 22 demjimêran û belavkirina 26 heyvên çêkirî yên Starlinkê, roja şemiyê (di 14ê Mijdara 2026an de) bi rêya qolên mîkanîkî yên birca avêtinê ya li Teksasê vegerîne.

Tevî serketina keştiyê, beşa yekem a mûşekê (Super Heavy) ji ber pirsgirêkeke di dema vegerandina xwe de hat asteng kirin û ji holê rabû, lewra kampanî mijûlî lêkolîna sedema wê ye.

Li gorî amaran, SpaceXê zêdetirî 15 mîlyar dolarî ji bo pêşvebirina Starshipê xerc kiriye, her wiha texmînên serbixwe yên sala 2026an lêçûna çêkirina mûşeka temam bi nêzîkî 90 mîlyon dolarî diyar kirine.

Serketina vê pêngavê têçûyê geştên ezmanî kêm dike û ji bo paşeroja geştên heyv û merîxê û bernameya Artemisê ya Nasayê gelekî giring e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike