Buhaya neftê ber bi daketinê ve ye
Aborî 09:47 AM - 2026-11-16
PUKMEDIA
Neft
Îro Duşemê 16ê Mijdara 2026an, buhayê neftê li bazarên
cîhanê daket, bi vî rengî neftê Brênt gihîşt 95.29 dolarî ji bo her bermîlekî û
herwiha nefta sivik a Teksasê jî bi 88.33 dolarî hat danûstandin.
Kêmbûna metirsiyên jeopolîtîk ên şer û vegera hinardeya
nefta Rojhilata Navîn bi rêya Tengava Hurmizê bo asta beriya şer, sedema
daketina buhayê neftê ne.
Ji aliyekî din ve, biryara Amerîkayê ya ji bo dirêjkirina
lêborîna ji qanûna veguhastina deryayî bi armanca zêdekirina keştiyên berdest
ji bo veguhastina sotemeniyê di nava benderên xwe de, sedemeke din e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

