Li Silêmanî kevirê bingehîn yê Komelgeha Dermankirina Nexweşên Madeyên Hişber hat danîn
Kurdistan 04:28 PM - 2026-11-15
PUKMEDIA
Kevirê bingehîn ya Komelgeha Dermankirinê ya herî mezin ji bo Tiryakbazan
Di salvegera 242 saliya damezrandina bajarê
Silêmaniyê de, bi hevkariya navbera Dezgeha Vîm û Safi Holdingê, kevirê
bingehîn ê projeya komelgeh û navenda çareseriya madeyên hişbir û nexweşxaneya
derûnî hat danîn, ku armanca wê ewe ku ji aliyê pîşeyî û derûnî ve perwerde li
kesên tûşbûyê bê kirin û wekî welatiyekî asayî werin vegerandin nava civakê.
Îro,15ê Mijdara sala 2026.an, Saziya Vîm bi
serokatiya Lave Hîkmet û bi hevkariya Safî Holding, kevirê bingehîn yê projeya
civak û navenda çareseriya Tiryakbazan û nexweşxaneya derûnî danî, Şadman
Mihemed, ahengsazê proje li Saziya Vîm, ragihand: Ji ber hestkirina bi
berpirsiyariya li hember metirsiya madeyên hişber li ser malbat û ciwanan,
bîrdoza avakirina (projeya civak û navenda çareseriya alûdêbûna bi madeyên
hişber û nexweşxaneya derûnî derket holê, daku bibe mertalek ji bo parastina
wan û stargehek ji bo vegerandina hêviyê.
Her weha got: Bi serbilindî radigihîjin ku ev pêngav bi
temamî li derveyî bazirganî û bidestxistina qezencê ye û hemû hewla me ji bo
hişyarkirin,piştgirîkirin û avakirinveya jiyana Tiryakbazane û Saziya Vîm
pêşenge di belavkirina hişyariyê de; her wiha cihê serbilindiyê ye ku ev proje
ji bo cara yekem li bajarê Silêmaniyê tê encamdan û wekî destkeftiyeke girîng
ji bo nifşên me yên pêşerojê dimîne.
Her di wê derbarê de Dr. Rehêl Ferîdûn got: Danîna
kevirê bingehîn yê projeya civakî ya Komelgeha Dermankirina nexweşên madeyên hişber
û nexweşxaneya derûnî, ku ji hêla Vim û Safi Holding ve bi hevbeşî tê pêkanîn,
tenê armanc ewe ku hişmendî were bilindkirin, piştgirî were dayîn û jiyana Tiryakê
ji nû ve were avakirin.
Wî her wiha got: Her çend di yasayê de rêkar ji bo
dermankirina nexweşan hebin jî, lê saziyên hikûmetê hîna nekarîne yasayê bi
tevahî wekî pêwîst bicîh bînin û ji wan re cîhên pêwîst peyda bikin.
Amaje bi wê yekê kir ku,ev proje hevkariyek di
navbera hikûmet û kerta taybet de ye û tevî lêçûna wê ya zêde, lê ji bo
pêşeroja bajar û nifşên me pir girîng û pêwîste, di heman demê de hewl tê dayîn
ku projeyê di nav salek yan jî zêdetir de biqedînin ji ber ku pêwîstiyeke
lezgîne.
Di heman demê de, Dr. Rehêl Ferîdûn got: Armanca
sereke ya projeyê ewe ku li Silêmanî û derdora wê navendeke pêşketî peyda bibe,
daku nexweşên ku wekî qurbanî têne hesibandin li wir werin dermankirin û ji
bilî dermankirina pizîşkî, perwerdehiya pîşeyî û psîkolojîk jî werbigirin daku
wek welatiyekî asayî bo nav civakê bên vegerandin.
Got Jî: Em hemû kesên ku beşdarî vê pêngava mezin ya
mirovî dibin ji bo parastina civak û welatiyan pîroz dikin.
Ev yek jî di demekê de ye ku, îro di salvegera
242emîn ya damezrandina Silêmaniyê, bi beşdariya nêzîkî 2 hezar kesan, li hola
kongreyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dîdar Silêmaniyê ji bo Dermankirin û Parastina
Tiryakfiroşan hate lidarxistin ku têde sedemên Tiryakbûnê, rêbazên pêşîgirtina
li wê û dermankirinên ji sê aliyên sereke (Yasayî, Tenduristî û Olî) hatin
pêşkêşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

