Polîsên Fransî di dema xwepêşandanan de zêdetirî 200 kes binçav kirin
Cîhan 10:13 AM - 2026-11-15
Ajans
Firansa
Polîsên Fransayê di dema xwepêşandanên şermezarkirina
giranbûna buhayên jiyanê û daxwaza başkirina perwerdeyê de, 219 kes desteser
kirin, ev yek li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ye.
Li gelek bajaran bûyer hatin qeydkirin, di nav de Marsîliya,
Grenoble û Lyon, ku li wir xwepêşandêran agir berdan satlên çopê û êrîşî polîsan
kirin. Wezaretê ragihand ku rewş bi giştî di bin kontrolê de bûye.
Nêzîkî 106 hezar kes li seranserê welêt xwepêşandan kirin,
di dengeha ku 24 hezar kes li kolanên Parîsê bi tenê kom bûn.
Sedemên desteserkirinê di navbera hilgirtina amûrên ku wekî
çek tên polekirin, gotina dirûşmên heqaretê, binpêkirina qedexeya amadebûna li
herêmên diyar an jî beşdarbûna li xwepêşandanên bêmoljet de bûn. Li paytext
Parîsê jî 22 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de 3 zarokên bin temenê
yasayî hebûn.
Xwepêşandanên li Parîsê bi piranî bi rengekî aştiyane derbas
bûn, lê dema ku polîsan gazên rondikrêj bikaranîn da ku xwepêşandêran belav
bikin, ew bûn şer û pevçûnên sînorkirî. Her wiha li bajarên din ên wekî Nantes,
Bordeaux û Lyonê jî bûyerên cuda hatin qeydkirin.
Xwepêşandêran li kolanên Parîsê geriyan û daxwaza dest ji
kar kişandina Macron û derketina welat ji Yekîtiya Ewropayê kirin, li wir
dîmenekî vîdyoyî nîşan da ku serokê Partiya "Welatparêzan" Florian
Philippot alaya Yekîtiya Ewropayê dirand.
Ev xwepêşandan wekî dirêjkirina rêze-xwepêşandanan tên ku di
dawiya meha Îlona borî de dest pê kiribûn, dema ku xwendekarên dibistanan dest
bi girtina saziyên xwe yên perwerdeyê kiribûn ji ber xirabûna şert û mercên
xwendinê û kêmûkasiya şiyanan, berî ku sendîkayên karkeran di Cotmehê de tevlî
wan bibin ji bo daxwazkirina bilindkirina mûçeyan .
PUKMEDIA / Ajans
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

