Li Şamê di teqîna otomobîleke bombekirî de kuştî û birîndar hene

Cîhan 11:19 PM - 2026-11-14
Dîmenê Teqînê Ajansa

Dîmenê Teqînê

Şeva îro Şemiyê 14/11/2026`an di encama teqîna otomobîleke bombekirî de li bajarê Ceramana yê li başûrê paytexta Sûriyeyê Şamê, du kes hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke pizîşkî ji Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA) re ragihand: Di encama teqîna otomobîleke bombekirî de li taxa Nesîm a li derdorê bajarê Ceramana, zilamek û zarokeke keç hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Her wiha jêderekke ewlehiyê ya Sûrî jî ji ajansê re got: Bombeyeke di otomobîlekê de teqiya ku li nêzîkî garaja Nesîm li aliyekê bajarê Ceramanayê rawestiyabû; otomobîl ji saetên piştî nîvroya îro ve li wir hatibû parkkirin û di encamê de ziyan gihiştiye hejmarek otomobîl û avahiyan.

Heman jêderê herwiha da zanîn ku, Hêzên Ewlekariya Giştî li derdorê cihê teqînê kembera ewlehiyê danîne û dest bi pişkinîna kamerayên çavdêriyê yên li herêmê kirine, herwiha hêzên taybet ên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ji tirsa hebûna bombeyên din gihiştine herêmê da ku lêgerînê bikin.

Şêniyên bajarê Ceramanayê jî diyar kirin ku, di demjmêr heştê êvarê de bi dema herêmî dengekî mezin ê teqînê hat bihîstin.

PUKMEDA

zêdetir tamaşe bike