Li ser qaçaxçîtiya petrolê 9 berpirsên bilind ên Babilê ji kar hatin dûrxistin

Êraq 10:01 PM - 2026-11-14
Wêneyê Civînê Ragihandina Serokwezîr

Wêneyê Civînê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Elî Falih Zeydî, ferman da ku kesên di dosyeya qaçaxçîtiya petrolê de li herêma Curf El-Nesrê beşdar in, bo dadgehê bêne şandin û 9 berpirsên ewlehî û îdarî ji karê wan bêne dûrxistin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ragihand ku komîteya lêkolînê ya ku ji bo lêkolîna dosyeya qaçaxçîtiya petrolê li Curf El-Nesrê hatiye erkdarkirin, rastiya zanyariyên ku ji Ajansa Îstîxbaratê hatine piştrast kiriye û destnîşan kir ku li hember kesên beşdar û xemsar di vê dosyeyê de rêkar hatine girtin.

Biryarên ji kar dûrxistinê ev kes li xwe girtin: Fermandarê Polîsên Babilê, Rêveberê Polîsên Bakurê Babilê, Rêveberê Îstîxbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Babilê li Wezareta Navxwe, Rêveberê Ewlekariya Niştimanî li Babilê, Rêveberê Îstîxbarat û Ewlekariya Parêzgeha Babilê li Wezareta Berevaniyê, Rêveberê Îstixbarata Babilê, Fermandarê Heşda Şeibî li Babilê, Fermandarê Lîwaya Şeşem a Polîsên Enerjiyê li Wezareta Navxwe û Rêveberê Kompanya Xetên Boriyên Petrolê li Wezareta Petrolê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar tekezî li ser pêwîstiya tundkirina rêkarên çavdêrî û ewlehiyê ji bo rêgirtina li proseyên qaçaxçîtiyê û cezakirina kesên xemsar kir û destnîşan kir ku berpirsiyariya ewlehî û îdarî ferz dike ku rê li ber van tawanan bê girtin û her kesê ku xemsarî an beşdariya wî tê de bê piştrastkirin, bê cezakirin.

Herwiha got: Li Îraqê ji Zaxoyê heta Besrayê dê bihostek jî nemîne ku qaçaxçîtî lê bê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike