Amerîka nêzîkî sê hezar geştên asmanî hildiweşîne

Cîhan 09:19 PM - 2026-11-14
Balafireke Amerîka Ajans

Balafireke Amerîka

Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ragihand: Ji ber bandorên rawestandina geştan ji bo duyemîn roj, nêzîkî sê hezar geşt li seranserî Amerîkayê hatine hilweşandin.

Îro Şemî 14ê 11ê 2026an malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ragihand: Hîn jî hêlên asmanî yên Amerîkayê di dubare danîna bernameya geştan û bicihkirina hezaran rêwiyên ku di balafirgehan de asê mane de pirsgirêkên xebatê hene, û ji ber ku rawestandina geştan ji bo duyemîn roj berdewam kiriye, nêzîkî sê hezar geşt li seranserê Amerîkayê hatine betalkirin.

Ev yek di demekê de ye ku Rêveberiya Firokevaniya Federal a Amerîkayê roja Înê fermaneke bilez derxist û hemû firînên balafirgehên Amerîkayê rawestandin, ew jî ji ber têkçûna teknîkî ya sîstema peywendiyan a navendên kontrolkirina hatûçûna asmanî, û ev bû sedema derengketin û betalkirina hezaran geştên navxweyî û navneteweyî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike