Pizîşkek: Li Silêmanî çend neştergeriyên girîng li ser asta Îraqê tên encamdan
Kurdistan 05:32 PM - 2026-11-14
PUKMEDIA
Dr. Renc Mihemed, pisporê neştergeriya hestî, movik û şikestinan
Pizîşkekî pisporê neştergeriya hestî, movik û
şikestinan dibêje: Di vê demê de di warê pijîjkî de Silêmanî gelek pêş ketiye û
gelek neştergeriyên girîng di asta Îraqê de li bajar tên encamdan.
Dr. Renc Mihemed, pisporê neştergeriya hestî,
movik û şikestinan, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand ku Silêmanî ne tenê paytexta çand û wêjeyê bûye, belkî
îro bi serbilindî bûye navendeke pêşeng û destpêşxer di warê pizîşkî de,bi
taybetî di encamdana neştergeriyên herî aloz û pêşketî yên hestî, movik û
şikestinan de li asta Îraqê û navçeyê,di bin siya hewldana berdewam a bizîşkên
pispor û stafê tenduristiyê de, neştergeriyên mezin û hestyar li bajarê me tên
kirin, ji wan:
- Guhertina her du çokan (Simultaneous Bilateral
TKA) di demekê li gorî standardên cîhanî.
- Guhertina tevahî ya Milê (Total Shoulder
Arthroplasty) vê dawiyê bi serkeftî li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Bajar hate
tomar kirin.
- Dermankirina pêşkeftî ya şikestinên tevlihev û
neştergeriya zarokan bi karanîna teknolojiya herî dawî û alavên nûjen.
Her weha aşkere kir ku van gavên nû rê dane
welatiyên me ku ji bar û êşa sefera derveyî welêt birevin û bi tevahî baweriya
xwe dermankirina pêwîst li bajarê xwe bistînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

